Demirtaş, ji malbatên qurbaniyê qezayan re sersaxî xwest

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş ku niha li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê tê girtin, ji bo malbatên qurbaniyên qezayên trafîkê yên li Dîlok û Dêrîkê sersaxî xwest.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş li ser hesaba xwe ya medya civakî bi mebesta qezayên li bajarên Dîlok û Dêrîkê peyamek sersaxiyê weşand.

Demirtaş di peyama xwe de bo malbatên qurbaniyê qezayan sersaxî xwest û wiha got: “Qezayên li Dîlok û Dêrika Mêrdînê ku wek qetlîamê bûn, dilê me kewand. Ji bo hemû xwişk û birayên me yên canê xwe ji dest dane ji Xwedê rehmê û bo xizmên wan jî sebir û sersaxî dixwazim. Bo birîndaran jî silametî be.”

Li parêzgehên Dîlok û Mêrdînê 20ê Tebaxa 2022ê bûyerên trafîkê rû dabûn û di encam de li Dêrikê 20 û li Dîlokê jî 15  bi giştî 35 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Demirtaş, ji malbatên qurbaniyê qezayan re sersaxî xwest

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *