Demirtaş: Nîqaşên li ser navan dûrketina ji armancê ye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş derbarê niqaşên li ser hilbijartinên serokkomariyê de diyar kir: “Armanca me hemûyan ew e, ev peywir bo xwediyê wê yê rast ango bo xelkê bê radestkirin. Nîqaşên li ser navan, dûrketina ji vê armancê ye.”

Siyasetmedarê Kurd û Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, li ser hesaba xwe ya Twîtterê, têkildarî hilbijartinên serokkomariyê de hin peyam parve kirin.

Demîrtaş di Twîtên xwe de ev tişt gotin:

“Ji aliyê stratejîk ve em ji bo wergirtina peywira ku li ser cîhanê xwedî rayeyên herî zêde ye, diçin hilbijartinê. Armanca me hemûyan ew e ev peywir bo xwediyê xwe yê rast ango bo xelkê bê radestkirin. Nîqaşên li ser navan, dûrketina ji vê armancê ye.

Di vê heyama krîtîk de hemû aktorên ji dil, ji demokrasiyê bawer dikin divê di pêvajoya jinûve avakirina dewletê de erk û berpirsiyariyê werbigrin. Luksa kesekî nîne ku kesekî din tine bi hesibîne.

Tevî yên di bin gefa qedexeya siyasî û girtinê de divê hemû aktorên siyasî ji bo ku welat derbasî demokrasiyê bibe, divê hem beriya hilbijartinê hem jî piştî wê, bo erkên xwe amade bin.

Nêrîna bi awayê parvekirina peywira û rayeyan di vê heyama krîtîk de, ku em tê de ne pûçkirina (heba) derfeta dîrokî ye. Komara Tirkiyê ya me hemûyan e, ji ber wê jî erkê me ew e, em berpirsiyariyê werbigrin ser xwe û ji bo gel fedekariyê bikin.

Deynê me yê rûmetê ye li hember gel, ku em ne li pêy xeyalên peywiran, li pey îdealên azadiyê bigerin.

Tekane rêya avakirina siberojeke tendirust ew e ku, em demokrasiyek tam û rast pêk bînin. Ji ber wê jî , hemû rêberên siyasî û partiyên ku ji demokrasiyê bawer dikin parçeyekî vê pêvajoya xwezayî ne. Êdî divê dest ji nîqaşên bê encam bê berdan û xebateke ji dil û xurt bê meşandin.

Niha ne dema dûrxistinê ye, di çarçoveya prensîban de dem, dema kombûn û hembêzkirinê. Dê bi vê nêzîkbûnê hemû kes biser kevin, 85 milyon biserkev e, Slav, hezkirin…” (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Demirtaş: Nîqaşên li ser navan dûrketina ji armancê ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *