Demsala berhevkirina gûzan dest pê kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gundê Bilisavayê ya bi ser navçeya Şaxê ku heyama berhevkirina gûzan destpêkiriye, gundî bi zibareyê gûzan berhev dikin.

Tevî ku hêdî hêdî demsal vegidere zivistanê, di van demên dawî yên payîzê de êdî dema berhevkirina gûzan hatiye. Li herama Şaxê ya Wanê ku bi gûzên xwe navdar e, gundiyan ev demeke dest bi berhevkirina gûzan kiriye.

Demsala berhevkirina gûzan dest pê kir - Demsala berhevkirina guzan dest pe kir

Li gundê Bilisavayê em bûn mêvanê gundiyên ku dest bi berhevkirina gûzan kirine. Gundiyên ku bi avayekî hevbar bi zibareyê guzan berhev dikin, bi coş tevli zibareyê dibin.

Demsala berhevkirina gûzan dest pê kir - Demsala berhevkirina guzan dest pe kir2

Di bin darên gûzan de gundiyan ji xwe re kuçik hilkirine û li gel nanê tenûrê û penîrê Wanê yê navdar wekî ku seyranek payîzî lidarxistine, tevi sohbetê gûzan kom dikin.

Demsala berhevkirina gûzan dest pê kir - Demsala berhevkirina guzan dest pe kir1
Şîrîn Kamaç

 ‘Temenê daran 100 salan e’

Rûniştvana Gundê Mîlîsavayê Şîrîn Kamaç, dibêje: “Temenê her yek ji wan daran zêdetirî 100 salan e. Me serdema zaroktiya xwe, her di nav wan daristana gozan de derbas kiriye. Bavê kalên me jî li ser vê axê jiyan kirine. Kêfa me gelek ji gundê me tê.”  

Demsala berhevkirina gûzan dest pê kir - Demsala berhevkirina guzan dest pe kir6

‘Em bi gûzan debara xwe pêk tînin’

Di vê heyamê de, di nava hefteyek an jî deh rojan de, zilam û xortên gundî dest bi berhevkirina gûzan dikin. Kamaç behsa komkirina gûzan kir û wiha got: “Gûz di vê mehê de tên weşandin. Em jin jî komdikin û li ser banê xaniyan xuha dikin. Pişt re jî bi tenîkeyan em difiroşin. Debara me bi gûzan pêk tê. Di wexta berê de qaliqên guzan di mencelan de dihatin kelandin û me pê benê rîs boyax dikir. Bi vî benî jî xurc, berîk, belas û têr dihatin çêkirin. Niha ji dema em serê xwe xena dikin jî van qalikan têxin nava xenaye, ji ber ku bo ser êşanê gelek başe.”

Demsala berhevkirina gûzan dest pê kir - Demsala berhevkirina guzan dest pe kir4

Serhat News

Vîdeo/Montoj: Şehriban Abî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Demsala berhevkirina gûzan dest pê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *