Li Bedlîsê qedexeya çalakiyan cardin hate dirêjkirin

featured
Bajarê Bedlîsê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku li Bedlîsê, hemû cure çalakî, xwepêşendan, grev û vekirina standan cardin bo 15 rojan hat qedexekirin.

Walîtiya Bedlîsê bi daxuyaniyekî ragihand ku ji 20’ê Cotmehê heta 3’ê Mijdarê bo 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, çalakî, meş, vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn û komkirina îmzeyan û belavkirina belavokan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniyê, hat gotin ku çalakiyên fermî yên ji aliyê walîtî û qeymeqamtiyan ve destur hatine dayîn derveyî qedexeyê hatine girtin.

Hêjayî gotinê ye ku qedexeya çalakiyan li Bedlîsê û çend bajarên din ên heremê ji sala 2016’an ve piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê hatiye ragihandin û ev nêzî 7 sale bê navber berdewam dike.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Bedlîsê qedexeya çalakiyan cardin hate dirêjkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *