Rêxistinên sivîl yên Amedê bertek nîşanê nivîskar Selvî dan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Amedê, 47 rêxistinên sivîl bertek nîşanî îdiayên nivîskar Abdulkadir Selvî ku saziyên sivîl ên Amedê wek ‘PKKyî’ pênase kiribûn, dan.

Nivîskar û alîgirê AKP’ê Abdulkadir Selvi di nivîseke xwe de angaştibû ku “PKK bi rêya Odeya Pîşesazî û Bazirganî, Tîma Amedspor, Baroya Amedê û bi rêxistinên sivîl ên din, li Amedê serdestiya xwe ya çandî berdewam dike. Gotinê ew diyar dikin. Ev rêbazeke nû ya tekoşînê ye. Tekoşîna li çiya hatiye qezenckirin, lê desthilata çandî ya li bajaran nehatiye qezenckirin.”

Odeya Pîşesazî û Bazirganî, Baroya Amedê, Borseya Bazirganî, Odeya Tabîban û Komeleya Şêx Seîd jî di nav de bi giştî 47 rêxistinên sivîl ên Amedê bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanê nivîskar Abdulkadîr Selvî da.

Saziyayan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em zimanê armanc girtinê û cudakirinê ya li dijî Rêxistinên Pîşeyî û Civaka Sivîl, ku bi salane li Amedê tevî berdêlên giran bi armanca aşitiya civakî dixebitin, şermezar dikin. Bila bê zanîn, ku em bi van hedef nîşandan û gotinan ji kevneşopiya civaka sivîl ku me bi salane avakiriye paş de gav navêjin û em ê xebatên xwe yên ku armanca wan sûd dayîna qadên pirsgirêkên civakî û sîstema demokratîk e berdewam bikin.”

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rêxistinên sivîl yên Amedê bertek nîşanê nivîskar Selvî dan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *