Dengdayîn li tevahiya Tirkiyeyê bidawî bû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê ku saet 08.00’an de destpê kiribû, saet di 17.00’an de bidawî bû.

Li tevahiya Tirkiyeyê vê sibê saet di 08.00’an de dendayînê destpê kir. Welatiyan ji zêdetirê 191 hezar sindoqên ku li 81 bajar û 973 navçeyan hatibûn danîn de dengên xwe bikaranîn û dengdayîn saet di 17.00’an de bidawî bû. Piştî sindoq hatin girtin dest bi hejmartina dengan jî hate kirin.

Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û Namzetê Tifaqa Ata Sînan Ogan li Stenbolê, namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhur û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî li Stenbolê dengên xwe bikar anîn.

Li bendê ye ku piştî saet 18.00’an ger Lijneya Bilind a Hilbijartinê guncav bibîne, encamên destpêkê yên hilbijartinê bêne eşkerekirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dengdayîn li tevahiya Tirkiyeyê bidawî bû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *