ÎHD’ê ‘Rapora Navberê ya Çavdêriyê’ eşkere kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

ÎHD’ê ku ‘Rapora Navberê ya Çavdêriyê’ weşandiye, ragihand ku li gelek bajaran ji bo AKP’ê dengên tomarî tên bikaranîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Şopandina Hilbiajrtinê ya Serbixwe, têkildarî hilbijartinan “Rapora Navberê ya Çavdêriyê” weşandin. Di raporê de binpêkirinên di warê hilbijartinê de rû didin hatine detsnîşankirin.

SEMSÛR

Li gundê Eskîtaş ê Kolika Semsûrê, birayên Serokê AKP’a Semsûrê tevî cendirmeyan rayan eşkere bi kar anîn.

ENQERE

Li navçeya Çankayayê li Dibistana GUlen Muharrem Pakoglû, di sindoqa bi hejmara 1174’an de çendî li ser navê Partiya Çepên Kesk endamtiya sindoqê ya welatiyekî hebû jî, serokê sindoqê bi hinceta ku navê wî di lîsteyê de tune ye, nehişt ew li ser sindoqê bimîne.

AMED

Li Amedê nêzî 200 kes bêyî ku haya wan jê hebe wekî peywirdarên sindoqê hatine wezîfedarkirin û ji ber vê niakribûne raya xwe bidin.

 DÎLOK

Li Dîlokê jî li gorî îdiayan 4 hezar û 74 kes ji aliyê Partiya Vatanê ve bêyî ku haya wan jê hebe hatine wezîfederakirin û ji ber vê nikaribûne dengên xwe bi akr bînin.

GÎRESUN

Li Gîresûnê jî hat îdiakirina ku pusûleyên Tayyîp Erdogan berê hatien mohrkirin.

STENBOL

Li Dibistana ÎMam Hatîpê ya Neslîşah a navçeya Fatîh a Stenbolê jî, AKP’iyan li muşahidên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) xistin.

MÊRDÎN

Li gundê Eşme yê girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê xizmên namzetê AKP’ê Farûk Kiliç xwestin dengên xwe bi komî bidin. Muşahidên Partiya Çepên Kesk jî xwestin bi telefonê dîmenên vê rewşê bikişînin. Di vê navberê de komeke ji dehan kesan pêk dihat ku xizmên Kiliç bûn, êrişî muşahidên Partiya Çepên Kesk kirin. Di dema êrişê de Havas Gungor û Kemal Erbey birîndar bûn. Her du welatî jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

RIHA

Hat diyarkirin ku li gundê Alacali yê Rihayê mêran li şûna jinan ray bi kar anîn.

Li Sêrewgê jî li gor daxuyaniyên Nûnerê YSK’ê yÊ HDP’ê Tiryakî, li Dibistana Çînhîsarê deng bi awayekî eşkere hatine bikaranîn.

Akçakale ilçesine bağlı kırsal Gündaş Mahallesi’nde toplu oy kullanmak isteyen 40-50 kişilik grup, CHP sandık kurulu üyesinin üzerine kaynar su döktü. İddiaya göre, sabah saatlerinde Gündaş Mahallesine bağlı Kardeşler Mezarsında kurulan sandığa oy kullanmak için gelen 40-50 kişilik bir grup, blok oy kullanmak istedi. Blok oy kullanılmasına karşı çıkan CHP sandık kurulu üyesi, gelen kitle tarafından hem fiziki hem de sözlü saldırıya uğradı.

Li Taxa Gundaş a girêdayî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, komeke ji 40-50 kesan pêkhatî û diwest bi komî dengê xwe bide, ava kelandî bi ser endamê lijneya sindoqê yê CHP’î de rêtin. Li gorî îdiayê; komeke ji 40-50 kesan pêk dihat û ji bo li Mezraya Kardeşker a girêdayî gundê Gundaşê dengê xwe bidin, di saetên serê sibehê de hatin û xwestin ku dengên xwe bi komî bidin. Endamê lijneya sindoqan ê CHP’î jî li dijî vê derket. Li ser vê yekê hem rastî êrişa fîzîkî hem jî ya devkî a komê hat.

ŞIRNEX

Hat ragihandin ku li navçeya Qilebanê ya Şirnexê, endamê ÎHD’ê û çavdêrê hilbijartinê yê serbixwe Fevzî Kara, rastî êrişa sercerdevan Hazim Babat û alîgirên wî hatiye û bi sivîkî birîndar bûye. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
ÎHD’ê ‘Rapora Navberê ya Çavdêriyê’ eşkere kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *