1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Derbarê Baroya Amedê de lêpirsin hat vekirin

Derbarê Baroya Amedê de lêpirsin hat vekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Derheqê Baroya Amedê de ji ber daxuyaniya 24’ê Nîsanê ya salvegera bûyerên 1915’an lêpirsîn hate vekirin.

Hat hînbûn ku di vê çarçoveyê de Wezareta Dadê destûr daye ku derbarê Serokê Baroya Amedê û lijneya rêveberiyê da lêpirsîn bê destpêkirin.

Li gor agahiyan, lêpirsîn dê li gor xala 301’emîn a Qanûna Cezaya Tirkiyê (TCK) bê vekirin.

Lêpirsîn, li ser giliya parêzerekê hatiye vekirin

Wezareta Dadê diyar kir ku daxuyaniya Baroya Amedê ya derbarê ‘Komkujiya Ermeniyan’ de ku li ser gilîya parêzer Mehmet Tûnç a di 24ê Nîsanê de amaje pê hatiye kirin, pêwîstî bi lêpirsînê dît.

Ji ber hincetên navborî Wezareta Dadê li ser Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Endamên Lijneya Rêveberiyê Zuhal Işik, Serdar Ozer, Seyît Riza Karakaş, Mehmet Erdem, Elî Îsmet Girgin, Diyar Ruknedîn Çetedir, Mehdî Ozdemîr, Oyku Çakmak, Hatîce Demîr û Atîlla Berk li gorî madeya 301an diyar kir ku destûra lêpirsînê hatiye dayîn.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Derbarê Baroya Amedê de lêpirsin hat vekirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *