Deynê derva yê demkurt ê Tirkiyeyê gihiştiye 185 milyar dolarî

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Deynê derve yê demkurt ê Tirkiyeyê di meha Tebaxa îsal de rekoreke nû qeydkir û derket 185.9 milyar dolaran. Divê ev deyn di nava salekî de bê razandin.

Li gor daneyên Banka Navendî ya Tirkiyê, deynê Tirkiyeyê yê demkurt yê derva ku pêwîste di nava salekî de bê razandin, gihiştiye 185 milyar û 900 milyon dolaran û ev jî rekoreke nû ye.

Her wia, di Tebaxê de deynê derve yê demkurt yên bankeyan jî ji sedî 8.2 zêde bûye û gihiştiye 55.6 milyar dolar. Deynê sektorên din jî bi zêdebûna ji sedî 15.4 bûye 50.9 milyar dolar.

Ji vî deynê demkurt yê derve, ji sedî 46.2 bi dolar, ji sedî 26.1 bi euro, ji sedî 8.6 TL û ji sedî 19.1 jî bi pereyên welatên din e.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Deynê derva yê demkurt ê Tirkiyeyê gihiştiye 185 milyar dolarî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *