Di Gola Wanê de bermayiyên dîrokî hatin destpîtkirin

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Bidlisê, noqvanên endamê Komeleya Dogu Deniz û Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Van Hakê, di Gola Wanê de kevir û kevirên mezelên dîrokî ku li ser hin nîşane hene, tespît kirin.

Serokê Komeleya Dogu Denîzê Cumalî Bîrol derbarê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn ku wan tevî noqvanên herdû komeleyan, li navbera Xelat û Tetwane,  di bin avê de lêkolîn kirin e.

Birol derbirî ku di dema lêkolînê de rastî hin bermahiyên dîrokî hatine û anî ziman ku wan li ser hin kevir û kevirên mezelan nîşaneyên Xaçê dîdine.

Di Gola Wanê de bermayiyên dîrokî hatin destpîtkirin - Di Gola Wane de bermayiyen diroki hatin destpitkirin 2 1
Bermayiyên dîrokî yên dibin Gola Wanê de (AA)

Bîrol wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li cihê ku me lêkolîn kir, kolanên ku bi curn (kurna) û keviran hatine xemilandin, hatine tespîtkirin. Bi vê keşva nû me bo heskiriyên noqvaniyê qadeke gelek xwe peyda kir. Ev der bo noqvaniya Şnorkelê cihek gelek xweş e.”

Di Gola Wanê de bermayiyên dîrokî hatin destpîtkirin - AA 20230813 31908968 31908967 VAN GOLUNDE UZERINDE CESITLI ISARETLER BULUNAN TAS VE MEZAR TASLARI TESPIT EDILDI
Cumalî Bîrol

Bîrol di berdewamiyê de destnîşan kir ku Gola Wanê cihekî paqije û nirxeki xwezayî yê bê hempa ye.

Bîrol wiha domand: “Li vir berhemên ku li Misrê tune ne, hene. Ev der bo turîzmê dibe rotayeke cihetir. Di warê noqvaniyê de Misir wekî cihek girîng tê hesibandin. Lê li vir, berhemên ji yên Misrê bedewtir hene. Mikrobiyolîtan, Duremasî, keştiya Rusan ya binavbûyî, bermayiyên Keleha Elcwazê, gundê kum e li Esenkiyiyê tespit kiriye û îro jî ev cihê ku me tespît kiriye. Ev şopên jiyanê yên me tespît kirine, a niha berê me dide cihên cuda. Em bo dîtina Elcewaz û Gola Wanê li benda hesiriyên noqvaniyê ne.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di Gola Wanê de bermayiyên dîrokî hatin destpîtkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *