Mirina Koçberan di Behra Spî de gihiştiye asta herî bilind

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî ku di 9’ê Tebaxê de keştiyeke koçberan li nêzîkî Girava Lampedûsaya Îtalyayê binav bû di encamê de 41 penaberan jiyan ji dest da, mirina koçberan a li Behra Spî careke din bû rojev.

Li gorî daneyên ku Xaça Sor a Îtalyayê da, navenda pêşwazîkirinê ya Lampedûsayê ji niha ve tijî bûye. Cihê 600 kesî li vê navendê heye lê nêzîkî 2 hezar û 500 penaber li vir dimînin.

Li gorî raporên Desteya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNCHR), tê texmînkirin ku di navbera Çile û Tebaxa 2023’yan de 90 hezar û 763 koçber çûne Îtalyayê. Di tevahiya sala 2022’yan de 105 hezar û 131 koçber çûbûn vî welatî.

Di 9 salan de 27 hezar koçber mirin

Ji salên 2014-2015’an û vir ve ango ji dema krîza koçberiyê ya Ewropayê û vir ve, Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM) derbarê mirin, windabûn û penaberên rizgarbûyî de daneyan berhev dike. Li gorî van daneyan, di neh salan de zêdetir ji 27 hezaran koçber, dema xwestine xwe bigihînin Ewropayê, mirin.

Di Behra Spî de sala 2016an zêdetir ji 5 hezaran mirov mirine yan jî winda bûne. Hejmarên wê salê, di asta herî jor de bûn. Di sala 2018an de hejmar 2 hezar bû û di sala 2020an de ji ber nexweşiya Covid-19ê hejmar ket. Lê di nava heft mehên sala 2023yan de hejmara miriyan ji ya çar salên dawî zêdetir e.  (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mirina Koçberan di Behra Spî de gihiştiye asta herî bilind

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *