Di Kana Komirê de qeza: Karkerek mir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li kana komir a Şirnexê qezayek kar rû da û karkerekê jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku karkerek din jî di encama qezayê de bi giranî birîndar bû.

Li gor agahiyan, di Kana Komir a 6’an de ya li Şirnexê dema ku kamyonek kar barê lê barkirî vala dikir, qelibî û karkerê bi navê Halîl Kulter ê 30 salî, jiyana xwe ji dest.

Hat hînbûn ku cenazeyê Kulter ê bavê zarokekî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Tê diyarkirin, cenazeyê Kulter dê li goristana Taxa Aydinlikevlerê bê veşartin.

Di vê navberê de hate destnîşankirin, karkerekî din ê navê wî nehatiye zanîn jî bi giranî birîndar bûye û bo dermankirinê ew rakirine nexweşxaneyê.

Hat gotin ku xetera jiyana karkerê birîndar heye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di Kana Komirê de qeza: Karkerek mir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *