1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Enerjiyê herî bûha li Tirkiyê ye

Enerjiyê herî bûha li Tirkiyê ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gor daneyên Ofîsa Îstatîstîkan a Yektiya Ewropayê (Eurostat) nirxê enerjiyê li Tirkiyê li gor welatên Ewropayê sê qat zêdetir bûye.

Ofîsa Îstatistîkan a Yektiya Ewropayê (Eurostat) di lêkolîneke xwe ya derbarê bihabûna nirxê enerjiyê de ragihand ku di nav welatên Ewropayê de herî zêde bihabûna petrol, elektirîk û gaza xwezayî li Tirkiyê hatiye qeydkirin.

Li gor nûçeya di Rûdawê de hatiye belav kirin, bihabûna salane ya nirxê enerjiyê li Tirkiyê gor welatên Ewropayê sê qat zêdetir bûye. Eurostatê di lêkolîna xwe de diyar kiriye ku enflasyona salane ya meha Sibata 2022’yê ya elektirîk, gaza xwezayî û petrolê li Tirkiyê ji sedî 97 bûye û li Ewropayê jî bi awayekî navendî ji sedî 29 hatiye tomarkirin.

Tirkiye bi rêjeya ji sedî 97 di nav welatên Yekitiya Ewropayê de bûye yekem welat ku herî zêde elektirîk, gaza xwezayî û petrola wê hatiye bihakirin. Piştî Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 66 Belçîka di rêza duyem de ye.

Enflasyona salane ya elektrîk, gaza xwezayî û petrolê li çend welatên Ewropayê bi vî awayî ye:

Hollanda: %52

Yunanîstan: %44

Danîmarka: %31

Romanya: %23

Bulgarîstan: %23

Fransa: %22

Almanya: %22

Malta: Neguheriye

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Enerjiyê herî bûha li Tirkiyê ye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *