Di maseya 6 alî de gengeşiya xala 66’an: Perwerdehiya zimanê zikmakî gotina hevpar e

featured
Serokê Rêxistina Partiya DEVA yê Wanê Erdînç Peker
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan li Enqereyê di axaftinek xwede gotibû, “Em ê astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî rakin” Derbarê vê mijarê de Serokê Rêxistian DEVA yê Wanê Erdînç Peker jî bilêv kir, “Li ser maseya 6 alî, ger gotinên serokekê, hatibin nivîsîn, ev tê wê wateyê ku, serokên din jî ev yek erê kirine.”

Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan dema ku li Enqereyê ‘Plansaziya Çalakiyên Mafê Mirovan ên Bingehîn’ ya partiya xwe eşkera dikir, pêşniyara guhertina xala 66’emîn ya Destûra Bingehîn ku dibêje, “Kesên li Tirkiyeyê ji dayîkbûne hemû Tirk in” anî rojevê. Babacan, girêdayî vê mijarê her wiha gotibû, “Em ê astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî rakin”. Piştî van gotinan, di civakê de nîqaşên erênî û neyînî derketibûn holê. Her wiha bûbû mijara mereqê ku, ka aliyên maseya şeşalî dê bertekekî çewa nîşanê van gotinan bidin.

Derbarê vê yekê Berdevke Iyi Partiye Kurşat Zorlu, di daxuyaniya xwe de destnîşan kiribû ku, tekane aliyê hevpar ê bi DEVA’yê re ew e ku em li ser heman masê ne, ji bilî vê yekê jî ti eleqeya wan bi vê partiyê re tune. Di heman çarçoveyê de Serokê Giştî yê Demokrat Partiyê Gultekîn Uysal jî bertekên xwe anîbûn ziman û gotibû, “Ez gotinên Alî Babacan qebûl nakim”

Serokê Rêxistina DEVA yê Wanê Erdînç Peker jî derbarê van mijaran de nêrînên xwe bi Serhat Newsê re parve kiri. Peker, di vê derbarê de got, “Li ser maseya 6 alî, ger gotinên serokekê, hatibin nivîsîn, ev tê wê wateyê ku, serokên din jî ev yek erê kirine.”

 ‘Perwerdehiya zimanê zikmakî gotina hevpar e’

Peker anî ziman ku wekî yeke ji Wanê û hilbijêreke Kurd ew gotinên Babacan dipejirîne û wiha berdewam kir: “Babacan plansaziya me ya mafê mirovan eşkere kir. Cudahiyek partiya me he ye; Gotinên me ne bo muxalefetê ne, ev armanca desthilatbûyî ne. Em karekî wisa dikin ku di dîroka komarê de heta îro tu partiyên siyasî nekiriye. Ev xebatên me yên desthilatbûyine. Em dibêjin dema em hatin ser erk, em ê di nava 90 rojan de wiha bikin an jî di nava 365 rojan de xebatên me dê bibin ev. Em vê yekê di plansaziya xwe de, yek bi yek ji gel rawe dikin. Perwerdehiya zimanê zikmakî gotina hevpar ya serokê me yê giştî Alî Babacan û alîkarê serokê giştî Mustafa Yeneroglu ye.”

Peker, balê dikişîne ku pêwîste zimanê zikmakî li her deverê were bikaranîn û wiha pêde çû: “Em pirsgirêkên bajarên xwe, ji navenda giştî ya partiya xwe re radigihînin. Ew jî li gor van pirsgirêkan plansaziyan amade dikin. Piştre em jî vê plansaziyê pêşkeşî gel dikin. Niha li vir herema me, piranî Kurd jiyan dikin. Em diparêzin ku li xweseriya çandî çêbibe. Beriya hemî tiştî, dibe em bikarin zimanê xwe bikarbînin û çanda xwe jiyan bikin. Ez vê yekê wekî hilbijêrek Kurd bilêv dikim. Bi taybet jî divê em bikaribin çand û zimanê xwe di her deverê de, bikarbînin.”

Di maseya 6 alî de gengeşiya xala 66’an: Perwerdehiya zimanê zikmakî gotina hevpar e - Di maseya 6 ali de gengesiya xala 66an Perwerdehiya zimane zikmaki gotina hevpar e 1

‘Divê em xweseriya xwe ya çandî jiyan bikin’

Peker, her wiha di berdewamiyê mijarên wekî qedexekirina çalakiyan û binpêkirinên mafan yên digirtîgehan jî nirxand û wiha domand: “Behsa Pergala Parlamenteriya Bihêz dikin. Dema em derbasî vê pergalê bûn, em ê çi bikin? Pêşiyê em ê mafê perwerdehiya zimanê zikmakî di Destûra Bingehîn de mîsoger bikin. Dîsa em ê mafê lidarxistina çalakî û civîna ku niha hatine qedexekirin, dîsa mîsoger bikin. Derbarê binpêkirina mafan yên di girtîgehan de jî em ê pêngavên mîsogerkirina mafan biavêjin. Ev mijare hemû jî bo hilbijêrên Kurd gelek girîng in. Pêwîste em bikaribin, xweseriya xwe ya çandî jiyan bikin.”

Rewşa maseya şeşalî

Peker, li aliyê din di axaftina xwe de li ser rewşa maseya şeşalî, jî hin nirxandin kirin. Wî derbarê nêzikatiya serokên maseyê yên li hemberî axaftina Babacan, ku bûye mijara mereqê de jî wiha got, “Taybetmendiyek maseya şeşalî heye. Li ser maseya 6 alî, ger gotinên serokekê, hatibin nivîsîn, ev tê wê wateyê ku, serokên din jî ev yek erê kirine.  

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di maseya 6 alî de gengeşiya xala 66’an: Perwerdehiya zimanê zikmakî gotina hevpar e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *