‘Di navbera 2020 û 2022’an de 21 penaber ji ber êrîşên nijadperestî mirine’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Navenda Dokumantasyonê ya TIHV’ê, ragihandiye ku li Tirkiyeyê di navbera Çileya 2020 û Mijdara 2022’an de herî kêm 21 penaberan di encama êrîşên nîjadperestî de jiyana xwe ji dest dane.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) xwestiye ku dawî li her cure cudakarî û gotinên nefretê yên li dijî penaber were.

TIHV’ê di vîdyoya xwe ya ‘20’ê Hezîranê Roja Penaberan’ de amaje bi wê yekê kiriye ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmara kesên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne li tevahiya cîhanê 108 milyon derbas kiriye û ji her 5 kesan 2 jê zarok in.

Di vîdeoyê de wiha hatiye gotin: “Em bi bîra hemû aktorên civakî û siyasî dixin ku divê dev ji her cure cudakarî û gotinên nefretê yên li dijî penaber/penaberan bê berdan!”

Li gorî tesbîtên Navenda Dokumantasyonê ya TIHVê, li Tirkiyeyê ku li cîhanê welatê herî zêde penaber lê jiyan dikin e, di navbera Çileya 2020’an û Mijdara 2022’an de, herî kêm 21 penaberan di encama êrîşên nîjadperestî de mirine.

Her wiha, li gorî daneyên Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar, di sala 2022’an de 90 penaber, di 5 mehên destpêka 2023’an de 37 penaber di dema kar de mirine. (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Di navbera 2020 û 2022’an de 21 penaber ji ber êrîşên nijadperestî mirine’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *