Rewşa penaberan li Wanê, aliyekê krîza aborî, aliyê din cudakarî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkiyeyê di dema kûrbûna krîza aborî de jiyana penaberan dijwartir dibe. Penaber Rizgar Îbiş bi komkirina xurdeyan debara xwe dike. Di 20’ê Hezîranê, Roja Cîhanî ya Penaberan de tekez dike ku daxwaza wî ya herî mezin ew e ku şer biqede û vegere ser xaka xwe.

50’emîn salvegera Peymana Rewşa Penaberan a ku 71 sal berê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat îmzekirin, di 20’ê Hezîrana 2021’an de weke Roja Penaberan a Cîhanê hat ragihandin. Ji wê demê ve bi çalakiyên curbecur bal hat kişandin ser rewşa penaberên ku ev 21 sal in mexdûrên bûne mexdûrê şer yan jî ji ber sedemên siyasî neçar mane xaka xwe biterikînin. Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), li Tirkiyeyê tevî 3 milyon û 750 hezar penaberên Sûriyeyî her wiha 345 hezar penaber dijîn.

Penaber ku li Tirkiyeyê dikevin bazara karî, di şert û mercên herî xerab de kar dikin. Ev kesên ku keda wan nayê dîtin, rastî curbecur nîjadperestiyê tên. Yek ji wan jî Rizgar Îbiş e ku piştî şerê li Efrînê di sala 2014’an bi rêwîtiyek dijxwar li gel 5 zarokan xwe gihandiye Wanê ye.

Rewşa penaberan li Wanê, aliyekê krîza aborî, aliyê din cudakarî - Rewsa penaberan li Wane aliyeke kriza abori aliye din cudakari

Penaber ku li Tirkiyeyê dikevin bazara karî, di şert û mercên herî xerab de kar dikin. Ev kesên ku keda wan nayê dîtin, rastî curbecur nîjadperestiyê tên. Yek ji wan jî Rizgar Îbiş e ku piştî şerê li Efrînê di sala 2014’an bi rêwîtiyek dijxwar li gel 5 zarokan xwe gihandiye Wanê ye.

Ew 42 salî ye û dibêje, ji ber buhabûna jiyana li Tirkiyeyê zehmetiyan dikişînin, lê tevî hemû zehmetiyan dest ji têkoşîna xwe ya jiyanê bernade.

Îbiş ê ku serê sibê ji malê derket û heta saet 23.00’an bi şev di nava çopê û bêhna gemar de xurdeyan berhev dike û debara xwe dike wiha dibêje: “Di 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê de daxwaza min a herî mezin ew e ku, şer li ser xaka me biqede û em vegerin warê xwe. Ji ber ku li vir jî em rastî kîn û neheqiya mirovan tên.”

‘Ez bi zehmetî hewl didim ku zarokên xwe bidim xwendin’

Rizgar Îbiş di dema berhevkirinê de keliyekê bêhna xwe veda û ji me re qala jiyana xwe kir. Wî got ev 8 sale li vir jiyan dike û wiha axivî: “Beriyê min şivantî dikir, lê heqê min nedidan, tevî ku karekî pir bi ked bû. 5 zarokên min hene û ez bi zor hewl didim wan hemûyan bidim xwendin.”

Rewşa penaberan li Wanê, aliyekê krîza aborî, aliyê din cudakarî - Rizgar İbiş mülteci 1 1024x683 1
Rizgar Îbîş

Bi nijadperestiyê re rû bi rû ne

Ew dide zanîn ku di dema ku xurdeyan berhev dike, bi gotinên wekî;  “Te dewleta xwe hilweşand, tuyê vê derê jî xera bikî. Herin ji vir kartonan kom nekin, ev kartonên me ne” rastî cudakariyê tê û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Bêguman mirov li her derê ji hev cuda ne û hinek baş tevdigerin. Ew hewl didin ku bibin alîkar. Ez serê sibê zû dest pê dikim û saet di navbera 22:00 û 23:00 de vedigerim malê. Carinan rojê 50 carinan 70 TL qezenc dikim. Bi xurdeyên zêde ya ku ez berhev dikim ve girêdayî ye. Ji ber lêçûna jiyanê carna mezinê zarokên min diçe cem min. Tevî zehmetiyan jî em têkoşîna jiyanê didomînin”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rewşa penaberan li Wanê, aliyekê krîza aborî, aliyê din cudakarî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *