Îdîaya di Kongreya DÎSK Genel Îşê de şaybe hatiye kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Karkerên ku li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê dixebitin îdîakirin ku di Kongreya DÎSK-Genel Îşê de şaybe hatiye kirin.

Li Tirkiyeyê hejmara karkerên li sendîqayê tomarkirî mijara mereqê ye. Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê hejmara karkerên ku dixebitin 16 milyon û 413 hezar re. Lê tevî vê hejmara karkerên di sendîqayê de tomarkirî tenê 2 milyon 421 hezar e.

Ji niviyê zêdetir karker di Sendîqeya Turk-Îşê de tomarkirîne. Hejmara endamên Sendîqeya Hîzmet Îşê ku zêdetirin xwedî endaman e, 276 hezar û 360 e. DÎSK Genel Îş ê jî 128 hezar 928 endam hene. Di vê rewşê de Genel Îş di warê endaman de di rêza 4’an de ye.

Di sala 2021’an de meaş û lêçoyînên serokên sendîqeyan li Tirkiyeyê bûbû sedema nîqaşê. Jiber ku muxalîf e zêdetirîn nîqaş li ser DÎSK’ê hatibûn kirin. Şaxa Genel Îşê ya Wanê jî di 4’ê Adara 2023’an de kongreya xwe pêkanî û Omer Tekîn cardin wekî serok hate hilbijartin. Lê piştî kongreyê rexne û îdîayên karkeran bi dawî nebûne. Ev rexne û îdîayên ku me ji karkeran guhdar kirine, me ji Serokê Genel Îşê Omer Tekîn pirsî.

‘TÎS tune, destkeftî tune, grev tune’

Tekîn destnîşan kiriye ku di sala 1992’an de di dema avakirina sendîqayê de jî xebitiye. Ew diyar dike ku xebata li gel qeyûman gelek zehmete û ji ber mobîng û tehdîdên li ser karkeran di xebatan de rastî gelek zehmetiyan tên. 

Tekîn rexne û tewanên karkeran yên wekî, di Girêbesta Kar a Komi (TÎS) de baş nexibitiye, ji bilî zamên hatine destnîşankirin tu destkeftî çênebûne û tevî daxwaza karkeran jî nehatiye hiştin pankarta grevê bê daliqandin jî wiha bersivand: “Li Şaredariya Rêya Armûşê hin karkerên ku qet ji me veneqetiyayî hebûn. Me ji bo wan du caran TÎS çêkir. Ji bo karkerên teşeron jî me rayeya Şaredariya Rêya Armûşê wergirt. Beriya niha Sendîqeya Hîzmet Îşê girêbest li ser asta ji sedî 1+4 îmze kiribû. Lê me piştî xebata 4 mehan yewmiyeya 130 TL derxist 360 TL yan. Piştî van zêdekirinan, meaşên karkeran yên li Rêya Armûşê hate asta 13 şaredariyên din ên navçeyan, yên Belvanê û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên Hîzmet Îşê. Karkerên biqadro di navbera 16-20 hezar TL yan de meaş werdigirin. Me ji ya Hîzmet Îşê 5 TL zêdetir peyam îmze kir.

Îdîaya di Kongreya DÎSK Genel Îşê de şaybe hatiye kirin - Omer Tekin

Piştî kongreya Genel Îşê ku di 4’ê Adara 2023’an de hatibû lidarxistin, hejmara endaman ji hezar û 100 kesan daketiye 500 kesa. Karker diyar dikin ku li hemberî pûkutî û mobîngê ku li wan tê kirin, rêveberiya sendîqeyê û serok piştgirî nedaye wan. Karker îdîa dikin ku dema bi serokê sendîqeyê re dixavin ji wan re tê gotin, “Hûn dikarin biçin Hîzmet Îşê”. Karker her wiha di warê daketina hejmara endaman de jî rêveberiya sendîqeyê wekî berpisyar destnîşan dikin.

Îdîayên derbarê kongreyê de

Tekîn wiha bersiv daye van rexne û îdîayan: “Karker di bin zor û zehmetiya qayûman de ne. Hevalên me ji nanê xwe ditirsin û ji ber wê jî dev ji me berdidin. Lê em dizanin dilê wan li cem me ye. Em li bendê ne ku cardin vegerin cem me.”

Karker îdîa dikin ku diviya bû di meha Nîsanê de kongre bihata lidarxistin, lê ji ber ku piştî erdheja Meraşê xebat zêdebûne, Omer Tekîn lez daye û di meha Adarê de kongre lidarxistiye. Her wiha karker îdîa dikin ku beriya kongreyê lîsteya delegeyan ji aliyê Tekîn û rêveberiyê hatine diyarkirin.

Tekîn parast ku dîroka kongreyê ji aliyê navenda sendîqeyê ve hatiye diyarkirin û wiha domand: “Me piştî kongreyê di 15 Adarê de dest bi kar kir. Di kongreyê de li gel hevalên me yên delege me lîsteyên xwe amade kir. Hemû rêxistinên me mudaxîl bûne vê pêvajoyê. Hem hemû rêxistinên civakî gazî kongreyê kirin. Hin hevalên me ji ber hebûna qayum navên xwe ji lîsteyê derxistin. Me di hizûra YSK’ê de kongreya xwe lidar xist. Hemû tişt zelal e”

Tenê li Rêya Armûşê rayeya wê heye

Tekane şaredariya ku Genel Îşê raye bidest xistiye Rêya Armûşê ye. Lê ger wiha hejmara endaman kêm be, weheye raye bikeve destê Hîzmet Îşê. Karkeran angaştiye, rêveberî li hemberî mobbîngê bêdeng e û piştgirî nedaye 306 hevalan wan yên ji kar hatine derxistin.  

Tekîn wiha bersiv da van îdîayan: “Heta sala nû rayeya me heye. Ji ber çûn hatina karkeran ne diyar e. Wezareta Kar dê rayeyê diyar bike. Hin karker rojê 3 caran diçin û tên. Me bi 306 hevalên xwe yên ji kar hatin avêtin re diyalog kir. Me li pêşberî çapemeniyê daxuyanî da. Em vê yekê şermezar dikin ku hevalên me 4 caran li dadgehê bi ser ketin, lê qeymeqam negirt. Ew heta Enqereyê meşiyan, me cîhê razanê û otobus da wan. Me hevalekî xwe di aşûtê de, hin heval ji ber nexweşiyê jiyan ji dest da, hinekan jî întîxar kir. Tevî ku 4 caran li dadgehê bi ser ketin jî dîsa nehatin kar. Xwezî ew bihatana kar lê ev yek pêk nehat. Em şermezar dikin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îdîaya di Kongreya DÎSK Genel Îşê de şaybe hatiye kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *