Parlamenterê YSP’ê Kamaç: Divê nasnameya kurd di makezagonê de hebe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Amedê Mehmet Kamaç derbarê nîqaşên çêkirina makezagona nû de got, “Divê nasnameya kurd di makezagonê de hebe.”

Li Tirkiyeyê çêkirina makezagonek nû û sivîl demeke dirêj e di rojevê de ye û derbarê vê mijarê de desthilat dibêje pêdivî bi makezagonek nû heye, muxalefet jî dibêje “Rast e pêdivî heye lê divê makezagonek ku hemû aliyan li xwe bigire û çanda pêkvejiyanê xurt bike were çêkirin û pêwîst e pirsa kurd jî di makezagona nû de were çareserkirin.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan balê dikêşe ku divê êdî Tirkiyeyê ji Makezagona darbeyê were rizgarkirin û makezagonek sivîl were amadekirin. Demeke dirêj e ev mijar di rojeva Tirkiyeyê de ye û partiyên muxalefetê jî dibêjin pêdivî bi makezagonek nu heye lê divê hemu aliyên li Tirkiyeyê jiyan dikin xwe di makezagona nû de bibînin. Siyasetmedarên Kurd ên di parlementoyê de cih digirin jî dibêjin divê makezagona nu pirsa kurd jî çareser bike û nasnameya kurdan jî di makezagonê de were nasîn.

Parlamenterê  YPS’ê yê Amedê ku eslê xwe ji Wanê ye, Mehmet Kamaç di vê derbarê de nêrînên xwe bi kanaleke televîzyonê re par ve kir. Kamaç dibêje: “Di makezagona nû de pirsa kurd divê were çareserkirin. Divê nasnameya kurd di makezagonê de hebe, eger nebe em wê makezagonê qebul nakin. Ev makezagon ji aliyê serbazan ve hatiye çêkirin û makezagonek sivîl divê hebe.”

Partiyên muxalefetê li aliyekê piştgiriya çêkirina makezagonek nû dikin û li aliyekê jî balê dikêşin ku divê çêkirina makezagonê ji berjewendiyên siyasî dûr were nîqaşkirin û di pêvajoya amadekirin û çêkirinê de jî nêrîna hemu beşên civakê were standin.

Cîgirê Serokê Partiya Saadetê û Parlamenterê Stenbolê Mustafa Kaya gotiye, “Civakek ji kodetayan gelek êş kêşayî û li dijî kodetayan e heye û ew civak bi makezagona kodetayê tê rêvebirin. Divê êdî ev makezagona kodetayê were guherîn. Divê makezagoneke ku herkes xwe tê de bibîne were çêkirin divê di makezagonê de çanda pêkvejiyanê ya xurt hebe.”

Siyasetmedarên kurd balê dikêşin ku makezagona niha ya leşkerî ye û ser nenasîna kurdan hatiye amadekirin ku makezagona nû de mafên kurdan nebe dê ew makezagon ne demokratîk be jî û ne sivîl be jî. (K24)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamenterê YSP’ê Kamaç: Divê nasnameya kurd di makezagonê de hebe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *