Ji Şaredariya Wanê zameke mezin!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê dikandarên Sûka Binerd ku aydê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ye, milekê hewl didin dikanên xwe li ser piyan bihêlin, milekê jî li hemberî zama dikanan ya ji aliyê şaredariyê ve hatiye ragihandin, li berxwe didin. Şaredariyê ji sedî 71 zam li kirêya dikanan kiriye û ev jî bûye sedema bertekan.

Hîmê Sûka Binerd a Wanê di sala 1996’an de hate avêtin û di sala 2000 de jî înşaata wê qediya. Şaredarê Wanê yê wê demê Aydin Talay navê xwe li sûkê kiribû û ev nav di dema ku şaredarî kete destê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di sala 2014’an de wekî ‘AVM ya Binerd’ hate guhertin. Lê di nava gelê Wanê de ev der wekî Sûka Binerd tê nasîn.

Ji Şaredariya Wanê zameke mezin! - yeralti avm zam kira 6 1024x576.jpeg 1

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku niha dibin rêveberiya qeyûm de ye, demek beriya niha ragihand ku ew ê ji kirêya dikanên aydê şaredariyê re ji sedi 71 zam bike. Piştî vê yekê dikandarên sûkê niha hewl didin aliyekê li hemberî qeyrana aborî li berxwe bidin û aliyê din jî li hemberî zamên şaredariyê.

Ji Şaredariya Wanê zameke mezin! - yeralti avm zam kira 7 1024x576.jpeg 1

Dikandaran hefteya borî ji bo vê mijarê guftûgo bikin bi Waliyê Wanê re hevdîtinek pêk anîn, lê ew dibêjin ku heta niha tu encam ji vê hevdîtine bidest nexistin e.

‘Walî soz daye’

Berpisyarê Sûkê Hayrettîn Kaplan ku dikana wî jî li sûkê ye, destnîşan kir ku ev 21 sale li vê derê ye. Xwedanê dikana cilfiroşiyê Kaplan dide zanîn ku piştî hilbijartinên Gulanê yên serokwezîrî û parlamentoyê, karê wan zêdetir rawestiya ye û ew nikarin firotinê bikin. Kaplan ku biryara şaredariyê ya zamê nirxand wiha axivî: “Ji kirêyan re ji sedi 71 zam hate kirin. Em çûn cem walî û wî ji me re got, ‘ji sedî 71 zam gelek zêdeye” û ew ê di vê mijarê de alîkarî bide me. Lê heta niha tu encam nehatine wergirtin. Çendek beriya niha şaredariyê îhale pêkanî û ji kiriya hin dikanan re ji sedî 71 zam hate kirin. Gelo dê ya me ji wisa be? Kirêya dikana min a 32 metrekare 2 hezar û 160 TL ye. Niha kirêya 3 dikanan hatiye zêdekirin. Dê ji dikanên ku 10 mehên wan tuje bûne re zam bê kirin.”

Ji Şaredariya Wanê zameke mezin! - yeralti avm zam kira 1 1024x576.jpeg 1
Hayrettîn Kaplan

‘Dikandar deyndarên şaredariyê ne’

Dikandarê bi navê Aydin ku ev demeke gelek dirêje li vê derê dikandariyê dike jî gazincên xwe anî ziman û got, “Bûhayê hemû tiştî zêde bûye. Em di warê aboriyê de gelek tengasiyan dikêşin. Em niha nikarin kirêya xwe ya heyî jî bidin. Dikandarê vê derê ji sedî 80’yê wan ji şaredariyê re deyndar in. Hinekan ev 5-8 mehe nikarîne kirêya xwe bidin. Ev zam jî dê rewşa me kambaxtir bike. Divê şaredarî hinek alîkarî bide me. Jixwe rewş nexweşe bila salekê kirêyên berê ji me bistîne.”

Ji Şaredariya Wanê zameke mezin! - yeralti avm zam kira 3 1024x576.jpeg 1
Dikandar Aydin

‘Dikandar nikarin vê kirê bidin’

Haşîm Yeşîl jî ev 12 sale di Sûka Binerd de dikandariyê dike, dibêje ku dikandar nikarin vê kirêyê bidin. Yeşîl wiha axivî: “Ez li vir niha kirêciyê kirêcî me.  Ez du kirêyan didim. Kirêyekê didim şaredariyê, yekê jî didim kesekê. Niha kirêya dikanê 2 hezar 100 TL ye. Tevî van zaman dê bibe 3-4 hezar TL. Bila çareseriyekê ji me re bibînin”

Ji Şaredariya Wanê zameke mezin! - yeralti avm zam kira 2 1024x576.jpeg 1
Haşim Yeşil

Serhat News  

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Şaredariya Wanê zameke mezin!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *