Banka Navendî pêşbîniya enflasyon û nirxê dolar ya dawiya salê guherî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Banka Navendî, pêşbîniya xwe ya enflasyona dawiya sala 2023’yan ji sedî 59,46’an, wekî ji sedî 67,22 û pêşbîniya dolar jî ji sedî 29,82’an wekî ji sedî 30,14 lîre guherî.

Banka Navendî, encamên “Anketa Beşdarên Bazarê ya Îlona 2023’yan” eşkere kirin.

Anket, bi beşdariya 41 nûnerên sektora fînansê, sektora hilberîn û pisporan hatiye amadekirin.

Dê enflasyon zêde be dolar jî biha bibe

Li gorî anketê li Tirkiyeyê heta dawiya sala 2023’yan dolar biha dibe û enflasyon jî zêde dibe.

Di anketê de pêşbîniya rêjeya enlasyona dawiya sala 2023’yan, ji sedî 59,46’an derket ji sedî 67,22’yan.

Di anketa pêştir de, bihayê dolar jî li hemberî lîreyê Tirkî 29,82 lîre bû.

Li gorî anketa nû, tê pêşbînîkirin ku dawiya salê bigihêje 30,14 lîreyan.

Pêşbîniya mezinbûna aboriya Tirkiyeyê jî zêde bû ji bo sala 2023’yan ji sedî 3,7’an derket sedî 3,9’an.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Banka Navendî pêşbîniya enflasyon û nirxê dolar ya dawiya salê guherî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *