Keda destê jinan: Berikên Wanê li ber windabûnê ne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Berikên Wanê ên xwedî dîrokekî kevnare êdî hêdî hêdî ber bi windabûnê ve dikçin. Kazim Bor ku dibêje ev 29 sale karê firotina berikên destan têne çêkirin dike, got ku ew êdî nikare bedela keda xwe bidesbixe.

Gulsarya, Şehzeven û gelek cureyên din. Ev navê berikên Wanê yên navdarin. Di destê jinan de carnan bo evînê, carnan bo hesretê carnan jî bo derkirina kul û êşan hatine raçandin. Ev berikên ku ji parçeyekî dîroka qedim ya Mezopotamyayê ye mixabin ber bi windabûnê ve diçin û êdî nayên firotin.

Firoşkarê berikan Kazim Bor, ev nêzî 29 sale vî karî dike. Ew dibêje ku ji ber kriza aborî berikfiroşî jî ketiye rewşekî xerab her diçe rewş kambaxtir dibe.

Keda destê jinan: Berikên Wanê li ber windabûnê ne - kazim bor.... 1140x570 1
Kazim Bor

Bor, ku ji sala 1993’an vir ve di dikana xwe ya li Bazara Îranê de berik, têr û xurcikan difiroşe anî ziman ku di destê wî de berikên sedsalî jî hene û mixabin jiber kriza aborî ew nikare van bifiroşe.   

‘Tenê turîst eleqeyê nişan didin’  

Bor ku çend berikên di dikanan xwe de nîşan dide, anî ziman ku ew nexşên li ser berikan, nexşên Herema Serhedê ne û wiha pêde diçe: “Bûhayên berikên min standartin. Berikên kevnare jî pirin. Hinek sedsaline, hinek 20 salî. Hemû jî bi boyaxê kokê hatine çêkirin.”

Keda destê jinan: Berikên Wanê li ber windabûnê ne - kazim bor.. 2 1024x683 1

Krîza aborî tesîrek neyînî kiriye

Herwiha Bor destnîşan kir ku çend sal beriya niha berîkên xwe li Stenbol û Enqereyê ji turîstan re difirot û dibêje ku ji ber pandemiyê û krîza aborî edî nikare berikan bifiroşe.

Gulsarya, Şehzeven, Şimkuvik…

Gulsarya, Şehzeven, Şimkuvik, Gul Gever, Heft Text, Sînanî jî çend navên din ên berikên Wanê ne. Bor, diyar dike ku jin van berikan bi kedek mezin di nava çend mehan de encax dikarin biqedînin û wiha got: “Bo çêkirina van berikan gelek lêçûyîn divê. Benik û melzemeyê din gelek buha bûye. Dema ku em nikarin van berikan bi buhayek baş bifiroşin ev kede hemû vala diçe.

Keda destê jinan: Berikên Wanê li ber windabûnê ne - kazim bor.. 4 1024x683 1
Kazim Bor

Ji bilî berikan Bor, têr (elde dokunmuş çuval) û xurcikan jî difiroşe û derbarê van berheman de jî ew wiha diaxive: “Dema jin li ser pişta ker an jî hespan ji gundan diçin zozanan, tiştên xwe têxin van xurcik û têran. Ev berhem yên wê demê ne. Mixabin ev jî êdî eleqeyê nabînin û nayên firotin.”

Serhat News

Werger: Lokman Gezgîn

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Keda destê jinan: Berikên Wanê li ber windabûnê ne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *