Di navbera partiyên Kurdan de şer: 2 Pêşmerge hatin kuştin

featured
Her du pêşmergeyên hatine kuştin/ RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di navbera Komela Zehmetkêşên Kurdistanê û Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana yên Îranê de li Kampa Zirgiwêzê ya li bajarê Silêmaniyê şer derket û 2 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da.

Vê sibê li Kampa Zirgiwêzê ya Silêmaniyê di navbera Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan û Komeleya Şoreşgêrî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de şer derket.

Li gor nûçeyan, di encama şer de 2 Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û Pêşmergeyekî din jî birîndar bûye.

Fermandarekî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan Emced Hisên Penahî ji çapemeniyê re ragihand, bi çekên wekî qenas û doçkayan êrîşî wan hatiye kirin û du pêşmergeyên wan ên bi navê Saman Îbrahîm û Hîwa Sadiqî jiyana xwe ji dest dane.

Emced Hisên Penahî got: “Em naxwazin şerê birakujî bikin û ji ber vê yekê me ti fîşekek bi mebesta kuştina Pêşmergeyan ne avêtiye û tenê wan gule berdaye asîman.”

Emced Hisên Penahî daxwaz ji xelkê Kurdistanê dike ku bi hewara wan ve biçin ji bo ku xwîna Kurdan bi destê Kurdan nerije.

Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan di sala 1978’an de hate damezrandin û piştî şoreşa gel a Îranê di 1979’an de, bû beşek ji Partiya Komunîst a Îranê. Piştre ji Partiya Komunîst a Îranê cuda bû û ‘Ala Kurdistanê’ bi fermî nas kir û wek partiyeke çep a Kurdistanê dest bi çalakiyên xwe kir.

Di sala 2007’an de di navbera Komale de pirsgirêk derketin û bi du navên cuda xebatên xwe domandin. Di sala 2022’an de bi mezinbûna çalakiyên li Îranê ku bi navê “Şoreşa Jînê” tê binavkirin, her du baskên Komala yekbûna xwe ragihandin. Lê îsal dîsa ji hev veqetiyan û duh bi fermî ragihandin ku yekbûna wan negihîştiye armanca xwe.

Çavkanî: Malperên Herêma Kurdistanê

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di navbera partiyên Kurdan de şer: 2 Pêşmerge hatin kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *