DMME: Herî zêde li hemberî Tirkiyê doz tên vekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME), eşkere kiriye ku herî zêde li hemberî Tirkiyê doz tên vekirin.

Li gor daneyên DMME’yê, bi tevahî 75 hezar û 350 kesan serî li DMME’yê dane û welatê ku herî zêde li dijî wê doz hatine vekirin jî Tirkiye ye.

Hat destnîşankirin ku heta 31’ê Cotmeha 2022’an bi 19 hezar û 850 dozan Tirkiye di rêza yekem de ye. Ev raje jî dide nîşandan ji sedî 26.3’ê dozen li DMME’yê hatine vekirin, derbarê Tirkiyê de ne.

Piştî Tirkiyê bi 17 hezar û 50 kesan Rûsya di rêza duyem û bi 10 hezar û 750 kesan Ukrayna di rêza sêyem de ye.

Herwiha welatên din ku hejmara dozên derbarê wan de zêde ne ev in :

Romanya: 4 hezar û 950

Îtalya: 3 hezar û 850

Yunanistan: 2 hezar û 850

Polonya: 2 hezar û 600

Azerbaycan: 2 hezar û 200

Sirbiya: Hezar û 700

Ermenîstan: Hezar û 250

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
DMME: Herî zêde li hemberî Tirkiyê doz tên vekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *