Doza destdirêjî ya li hemberî zaroka 6 salî hate daloqkirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Danişîna 3’yemîn a doza damezrînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşel ê keça xwe H.K.G. bi mehra olî li gel Kadîr Îsteklî zewicandibû hate dîtin. Heyeta dadgehê biryar da ku gumanbarên girtî têne darizandin, neyên berdan û danişîn taloqê 5’ê Hezîranê kir.

Danişîna 3’yemîn a doza damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga Yûsûf Ziya Gumuşel ê keça xwe H.K.G. di 6 saliyê de da “zewicandin”, Kadîr Îsteklî û dayika wê Fatima Gumuşel jê tên darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Anadoluyê ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin.

Di danişîna bi tespîta nasnameyan dest pê kir de faîlên girtî Yûsûf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî, her wiha dayîk Fatima Gumuşel a ku negirtî tê darizandin amade bûn. Heyeta dadgehê di danişîna ku 2 şahid hatin guhdarkirin de biryar da ku şahidekî din jî bê guhdarkirin û rewşa girtîbûna faîlan bidome.

Heyetê danişîn taloqî 5’ê hezîranê kir.

Di îdianameyê de ji bav Yûsûf Ziya Gumuşel û dayik Fatima Gumuşel re ji ber sûcên “Îstîsmara zayendî ya zarokekê ya li pey hev” 22 sal û 6 meh, ji Kadîr Îsteklî yê H.K.G. pê re hate zewicandin re jî ji ber sûcên “Îstîsmara zayendî ya zarokekê ya li pey hev” û “Êrişa zayendî” 67 sal 10 meh û 15 rojan  cezayê hefsê tê xwestin. Heyeta dadgehê di danişîna ewil a di 30’ê çileyê de hate dîtin de biryara qedexeya weşanê û veşartinê da. Di danişîna duyemîn ku di 27’ê sibatê hate lidarxistin de jî dozgerê derbarê esasê de mutalaaya xwe aşkere kir û xwest bersûc bên cezakirin. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Doza destdirêjî ya li hemberî zaroka 6 salî hate daloqkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *