1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Erdhej! Hejmara qurbaniyên erdhejê gihiştiye nêzi 3000 kesî

Erdhej! Hejmara qurbaniyên erdhejê gihiştiye nêzi 3000 kesî

featured
WÊNE AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) daxuyand ku ku hejmara qurbaniyên erdhejê gihiştiye 2 hezar û 921 kesan. Herwiha hate ragihandin ku 7 hezar û 840 kes jî hatine rizgarkirin.

Serokê AFAD’ê Yunus Sezer derbarên encamên dawî yên erdhejê de agahî dan. Sezer got: “Hejmara qurbaniyên di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihiştiye 2 hezar û 921 kesan û hejmara birîndaran jî bo 15 hezar û 834 kesan zêde bûye.”

Duh saed di 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs, Dîlok -Hatay, Edene û Osmaniyeyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesî.

Piştî erdheja yekem, a herî mezin bi pileya 7.6 nêzîkî 100 erdhejên din çêbûbûn. Duh saet di 13:24 deqe navenda wê navçeya Elbistanê ya Mereşê erdhejek din bi pileya 7.6 çêbûbû. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Erdhej! Hejmara qurbaniyên erdhejê gihiştiye nêzi 3000 kesî
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *