1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Erdheja Mereşê: Hejmara miriyan gihîştiye 31 hezar û 643’an

Erdheja Mereşê: Hejmara miriyan gihîştiye 31 hezar û 643’an

featured
WÊNE AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

AFAD’ê daxuyandiye ku di erdhejên Mereşê de heta niha 31 hezar û 643 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku di roja heştan a erdhejê de heta niha 31 hezar û 643 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hate ragihandin ku 158 hezar û 165 mexdûrên erdhejê jî bo bajarên din hatine veguhestin.

Li gorî daxuyaniya AFAD’ê piştî erdhejên ku di 6’ê Sibatê de bi pileya 7.7’ê û 7.6’ê yên ku li Bazarcix û Elbistana Mereşê pêk hatiye, 2 hezar û 724 erdhejên piçûk çêbûne.

Wekî tê zanîn, di encama erdhejên 6’ê Sibatê de li bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt, Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çêbûye û bi hezaran avahî hilweşiyane. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Erdheja Mereşê: Hejmara miriyan gihîştiye 31 hezar û 643’an
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *