1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Êrîşa Parîsê li Wanê hate şermezarkirin

Êrîşa Parîsê li Wanê hate şermezarkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, hejmarek sazî, rêxistin û partiyên siyasî, bi daxuyaniyekê êrîşa çekdarî ya li hemberî Navenda Çanda Kurdan ya Parîsê şermezar kirin.

Endam û rêveberên, HDP-DBP, Tuhayder, Goçder, Mebyader, Aryen Huner, Şanovan û Arsîsayê li Kolana Hunerê ya Wanê hatin cem hev û bi daxuyaniyekê êrîşa çekdarî ya li hemberî Navenda Çanda Kurdan ya Parîsê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bûbûn, şermezar kirin.

Hunermend Baran Sari, li ser navê komê daxuyanî xwend û got ku hêzên tarî tim û tim dixwazin ku hebûna azad ya gelan bê binpêkirin û tarîtî serwer bibe.

‘Nasnameya Kurd hedef hatiye girtin’

Sari wiha berdewami da gotinên xwe: “Lê li hember vê her hebûna azad li berxwe dide. Di salvegera komploya 9’ê Çileyê de êrîşeke bi vî rengî nîşan dide ku hêzên tarî dîsa bi armancên qirêj nasnameya Kurd, çanda Kurd û jinan hedef digire.”

Êrîşa Parîsê li Wanê hate şermezarkirin - Erisa Parise li Wane hate sermezarkirin 2

Her wiha Sari derbirî ku, Kurd bi rêngên xwe bi çand û nasnameya xwe li hember faşîzmê li her çar aliyê cîhanê li ber xwe didin û wiha pêde çû: “Ewê li ber xwe bidin. Jiyana Kurdan a ku bi hunera berxwêdêriyê hatiye hunandin ewê her hebe û her bijî.”

Ji hikûmeta Fransayê re bang hate kirin

Wî her wiha êrîş şermezar kir û wiha axivî: “Em weke sazî û komaleyên Kurdan êrîşa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya bi tundî şermezar dikin û bang li hikumeta Fransayê dikin ku faîlan û hêzên tarî yên li paş wan derxe holê.

Hunermend Sari, her dîsa banga hestewariyê kir û ev gotin lê zêde kir: “Bêdengî hevkarî ye ku dîrok û wijdana gelan vê yekê qebûl nake. Em ji hezkiriyên wan kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û dixwazin ku birîndar di zutirîn demê de tenduristiya xwe bi dest bixin.”

Vîdeo: Bariş Aslan

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Êrîşa Parîsê li Wanê hate şermezarkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *