1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Êrîşkarê qetliyama Parîsê cardin hate desteserekirin

Êrîşkarê qetliyama Parîsê cardin hate desteserekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Êrîşkarê qetliyama Parîsê ku dozgeriyê bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê şandibû klînîka psîkiyatriyê, dîsa hate desteserkirin.

 Li gor agahiyan, êrîşkarê qetliyama Parîsê Wîllîam M. yê 69 salî ku piştî êrîşê hatibû desteserkirin û bi hinceta ‘Pirsgirêkên derûnî hene’ dozger ew şandibû klînikeke psîkiyatriyê, cardin hate desteserkirin.

Dozgeriya Parîsê piştî komkujiyê rojekê; roja 24’ê Kanûnê biryara destgîrkirinê ya derbarê kujer de rakiribû. Dozgeriyê rewşa tenduristiyê ya kujer hincet nîşan da û ragihandibû ku êrîşar birine Nexweşxaneya Midûriyeta Ewlekariyê ya Parîsê.

Wîllîam M. yê li Parîsê di 23’yê Kanûnê de bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û du kargehên kurdan kir. Di encama êrîşê de 3 welatiyên Kurd hatine qetilkirin û 3 welatî jî hatibûn birîndarkirin. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Êrîşkarê qetliyama Parîsê cardin hate desteserekirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *