FERAŞÎN

featured
Zozana Feraşînê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

   Feraşîn di sêgoşeya sê bajaran de cih digire. Sînorên wê yên li rojhilatê digihin Colemêrgê. Li başûrê wê herema Wanê Xavesor heye. Zozanên Elbakê ‘Nebirnav’ li hindavî serê wê radiweistin. Pala xwe daye Çiya Reşk , Celebeş , Leyzok û Şimaqî.  Piyên xwe dirêj kirine ber singê Serhesin, Celenix û Berê Perka. Li ser singê xwe Şeletûn kiriye sînorê Elkî. Bere sî baskên xwe dirêjî kepiyê Karwan Serayê dike. Cemê Feraşînê wekî marekê xwe di nav merg , zevî û deştên Feraşînê de berdide. Bi keser xwe diavêjê paxila Ava Xabûr û xwe digihine welatê Kasîtan. Din navbera çiya yan de wekî bihûşta ser cihanê.

FERAŞÎN - FERASIN 3

   Destê rastê Çalyana nav û deng hevalitiyê ligel dike. Zozanên Çalyanê li kêlaka wê wekî biradostekê qedim cinariya wê dikin. Mêrgên şîn wekî baxê îremê mirov pêşwazî dikin. Deryaya gil û giyaye. Cûr bi cûr kulilik reng û bêhnê didin xweşkitiya wê. Buharan wekî bûka xwezayê ye. Di her demsalekê de xweşkbûnek cuda heye. Buhara wekî zerya kulilka ye. Cem û kaniyên wê mirov sermest dikin. Bêhna gil û giya dikeve zozanên feraşînê. Buharan koçer ji Sêrt , Şirnex û Êlihê dibin mêvanên zozanên Feraşînê. Kerrên pezî dikevin çiya û zozanan. Warê mendê, siyabo, sirk û kivarkane. Havîna tehmek tevel dide ruh û bedena mirovan. Her derên wê aramî yê dide mirov. Tu gava xwe bavêjî kî derê kaniyek cemidî derdikeve pêşî mirov. Ji kanî  û ceman tijiye. Zozanên wê ji giyan felişe. Pezê lê biçere dûngî qelew dike û goştî digire. Ji ber vê sedemê havînan dibe wargeha koçeran.

FERAŞÎN - FERASIN 4

       Li Feraşînê eşîra Gewdan lê dimine. Berî Gewdan warê Nastûriya bû. Wargehek kevnar e. Gelek xirabên kevnar di tê de hene. Dibêjin van xiraban dirhe an ku dêr. Ev dirhe(xirabe) hemû li ser girikane û hevdu dibînin. Dêrên mezin hevdu dibînin ên biçûk li derdorên dirhên mezin hatine avakirin. Dîwarên van dirhan bi kevirên mezin hatine çêkirin. Her kevirek qasê tonekê girane dibe nêzî du tonan ji bin. Qasê du metran bilind û qasê sê, çar metran dirêjin. Ev dirhe li gorî min pir kevnarin. Ne yên li ser dewra Nastûriyan e. Niştehcihên Feraşînê dibêjin dêrên felhane. Lê mixabin pir şaşin. Ev xirabe gelek kevnarin. Hemû hilweşiyane û mixabin nemane li ser piyan. Ne gihiştine roja me ,yên gihiştî roja me ji xirabe ne. Heke lêkolinek baş lê were kirin dê pir tişt ji aliyê dîroka wan ve zelal be. Dê tiştên çak ji beşdarî dîroka me bikin. Ev dêr ji aliyên dapîr û kalên me ve ji bo me mane. Ev bermaliyên bapîrên me ne. Li kêlaka Feraşînê Qirêtirşîn heye. Xirabeyên Qirêtirşîn xwe digihin berî zayinê heft hezar salan. Ez dibêjim ev xirabe berdewama çanda Qirêtirşîn nîn. Feraşîn dinav çand hilala zêrîn de cih digire. Berdewama çanda Zaxros û hilala zêrîn e. Cihek balkêş lê heye. Jê re dibêjin mixara (şikevet) tu qasê 10 metran pêlekanên wê de diçî xwarê. Ji di oda pêktê. Li ser kevirên wê wênên ajalan hene. Li gorî min mirovan di demê Mezelotîkê ev cih ji bo xwe kiriye stargeh û cihê jiyanê.

FERAŞÎN - FERASIN 1

     Belê Feraşîn cihek kevnar e. Pêwistî bi lêkolinek berfireh heye.

         Mehmet Gur

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
FERAŞÎN

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *