1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê kir

Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Festîvala Fîlman a Stenbolê a 41’emîn bi merasîmeke taybet destpê kir. 6 derhinerên Kurd jî bi filmên xwe tevli festîvalê bûn

Merasîm, bi tevlibûna gelek hunermendên sînemayê yên navdar li salona Konserê ya Cemal Reşît Rey hate lidarxistin.

Bername bi pêşkeşvaniya hunermend Cem Davran bi rêve çû. Di destpêka bernameyê de xelatên rûmetê yên sînemayê dan sînemageran û plaketên spasdariyê pêşkêşî wan saziyên kirin ku piştgirî dane festîvalê.

Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê bi sernavê #xewneke 41 salî îsal festîval li dar dixe. Di bernameyê de Xelata Rûmetê ya Sînemayê dan Gulsen Tûncerhe ku lîstikvan e û her weha li paş kamerayê karan dike û dersên sînemayê dide. Derhêner Engîn Ayçayî xelat pêşkêşî wê kir.

Xelata duyem a Rûmetê ya Sînemayê jî dan lîstikvan Meral Çetînkayayê. Lîstikvan Guler Oktenê xelat da Çetînkayayê.

Piştî xelatê fîlmê Andreas Dresenî yê bi navê “Rabiye Kûrnaz li dijî George W. Bushî” hate nîşandan. Fîlm li cîhanê cara pêşiyê di Sibata 2022’an de di Festîvala Fîlman a Berlînê de hatibû nîşandan. Li wir Xelata Baştirîn Senaryoyê û Xelata Yekîtiya Sînemayên Hunerî bidest xistibû. Her weha Meltem Kaplanê bi rola Rabiyeyê, Xelata Baştirîn Performansê wergirtibû. Andreas Dresen, Meltem Kaplan û Rabiye Dûrnaza ku bûye mijara fîlmî tevî parêzerê xwe Bernhard Docke beşdarî merasîma vekirina festîvalê bûn.

6 derhênerên kurd hene

Festîval wê heta 19ê Nîsanê dewam bike. 12 rojan wê di 14 beşan de ji 43 welatan li ser hev 164 fîlmên derhêneran werin nîşandan ku 135 fîlmên metrajdirêj, 22 jî yên metrajkurt in. Digel nîşandana fîlman wê bi beşdariya derhêner û lîstikvanan civîn pêk bên, konser li dar bikevin û bernameyên taybet çêbibin.

Di nava van fîlman çendîn fîlmên derhênerên kurd jî hene. Yek ji wan yê Behmen Qubadiyê ku navê wî “Çar Dîwar” e. Yê din yê “Beriya Şevê” yê Alî Kemal Çinarî ye.

Fîlmê Kurdwîn Ayubê yê bi navê “Sonne”, yê Şewket Emîn Korkiyî yê bi navê “Ezmûn”, yê Arsalan Amîrî yê bi navê “Zalava” û kurtefîlmê Serhat Karaaslanî yê bi navê “Suçlular” (Sûcdar) her sê fîlmên din in.

Îsal wê fîlm li Beyoglûyê li Atlas 1948, Sînemaya Beyoglûyê, Odîtoryûma Muzexaneya Perayê, li Nîşantaşiyê li CineWAM Premium+ City’s (Salon 3 û Salon 7) û li Kadikoyê jî wê li Sînemaya Kadikoyê û Sînematek/Mala Sînemayê ya Şaredariya Kadikoyê, li ser hev li 7 salonan werin nîşandan.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *