Girtîgeha Îskenderûnê ji ber erdhejê hate valakirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê ku ji erdhejê zirarek mezin dîtibû hate valakirin û ji girtîgehên Bolu û Edeneyê re hatin şandin.

Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê ya Hatayê ku di erdhejê de xesareke mezin gihiştiyê bi hinceta “gefa ewlehiya hundir” hate valakirin. Nêzî hezar girtiyên ku li girtîgehê tên ragirtin jî sewqî Girtîgehên Bolû û Edeneyê hatin kirin. Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê jî rojên borî hatibû valakirin û girtî sewqî Edeneyê hatibûn kirin.

Girtîgeha Îskenderûnê ji ber erdhejê hate valakirin - Girtigeha Iskenderune ji ber erdheje hate valakirin 1
Mehtap Sert

Endama Komîsyona Girtîgehên Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Mehtap Sert diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tên ragirtin duh sewqî Girtîgehên Bolû û Edeneyê hatin kirin, hevdîtina bi 21’ê Sibatê bi girtiyan re kir bi bîr xist û wiha got: “Di dema erdhejê de nikarin girtîgehê bi rê ve bibin, hewl didin bi sirgunan bi rê ve bibin. Mirovan di girtîgehê de tirsa erdhejê jiya, malbatên xwe malên xwe winda kirin. Xizantir bûn. Divê dewlet yekbûna madî û manewî ya welatiyên xwe misoger bike. Berovajiyê vê roja hevdîtinê girtiyan vediguhêzin. Mafê wan ê êşa bi mirovên xwe re parve bikin ji destê wan digirin. Rewşa erdhejê jî weke gefa ewlehiya hundirîn dinirxînin û dikin. Afet qet ne pirsgirêka ewlehiya hundir e. Divê di çarçoveya mirovî de çareserî bên hilberandin.” (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Girtîgeha Îskenderûnê ji ber erdhejê hate valakirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *