Di navbera Tirkiye, Swêd û Finlandiya de wê civînek sê alî bê lidarxistin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku di meha Adarê de dê di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de li barageha NATO’yê civînek sê alî bê lidarxistin.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu, Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kiriye ku bi Serokomar Erdogan re li hev kirine ku di nava meha Adarê de di navbera Tirkiye, Swêd û Finlandiyayê de li baregeha NATO’yê ya li Brukselê civîneke sêalî lidar bixin.

Stoltenberg û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen bi wesîleya Roja Serxwebûnê ya Estonyayê çûn serdana Estonyayê.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg li paytext Tallînnê tevî Serokwezîra Estonya Kaja Kallas û Ursula von der Leyenê di daxuyaniya hevbeş ya sêalî de axivî.

Stoltenberg diyar kir hefteya borî di serdana li Enqereyê da bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re li hev kirine ku di nava meha Adarê di navbera Tirkiye, Swêd û Finlandiyayê de li Brukselê civîneke sêalî lidar bixin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di navbera Tirkiye, Swêd û Finlandiya de wê civînek sê alî bê lidarxistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *