HDP’ê serî li AYM’ê da: Bila doza girtinê ji piştî hilbijartinê re bê hiştin

featured
Wêne: Navenda HDP'ê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Partiya Demokratik a Gelan (HDP) serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da û daxwaz kir ku doza girtinê ji piştî hilbijartinê re bê hiştin.

Li gor nûçeya ku di Gazete Duvar’ê de cih girtiye, Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan ya HDP’ê bo ku doza girtinê ya derbarê partiyê de ji piştî hilbijartinan re bê hiştin serî li AYM’ê da.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Midhat Sancar jî di civîna çapemeniyê ya li navenda giştî ya partiyê hatiye lidarxistin de got, “Divê AYM hemû kar û barên derbarê doza girtinê ji piştî hilbijartinê re bihêle.”

Parastina devkî

Hevserok Sancar bibîr xist ku di 10’ê Çile de Serdozgerê Dadgeha Bilind li AYM’ê mutaalaya xwe ya devkî pêşkeş kiriye û da zanîn ku ji bo ku HDP’ê jî mafê xwe yê parastina devkî bikarbîne, heta niha ji aliyê dadgehê ve tu bangawazî ji wan re nehatiye kirin.

Blokekirina hesaban

Sancar, derheqê blokekirina hesabên HDP’ê de jî hin nirxandin kirin û wiha axivî: “Blokekirina hesaban ne li gor hiqûqê ye. Bi vê biryarê AYM xwe bi xwe înkar dike. Heyama îtîrazê ya li hemberî vê biryarê heta 4’ê Sibatê wê bi dawî be. Em ê heta wê çaxê îtîraza xwe bikin. Divê AYM vê biryara xwe betal bike û hesabên me werin vekirin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
HDP’ê serî li AYM’ê da: Bila doza girtinê ji piştî hilbijartinê re bê hiştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *