Hejmara nû ya Kovara Nûbihar Akademiyê derket

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Kovara Nûbihar Akademî bi hejmara 17’yan derket. Di vê hejmara kovare de gelek gotar, werger û dosyayên din, bi  zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî cih digirin.

Di Kovara Nûbihar Akademiyê de şeş gotar li ser zaravaya Kurmancî û gotarek û danasîna pirtûkê jî bi zaravayê Zazakî yên Kurdî cih digirin. Her wiha di kovarê de bi zimanî Îngîlizî gotarek, wergrek jî bi Tirkî hatiye weşandin.

Hat diyarkirin ku ev hejmar jî têde, dê ji niha pêde li ser mijarên taybet jî dosya werin weşandin. Di hejmara 17ê de mijara dosyayê, “Kurdên Yarsan” e. Edîtorê vê dosyayê Dr. Shahab Valî ye ku sê nivîs û werger ji bo dosyayê amade kirine.

Di her hejmarê de dosyayekî taybet

Shahab Valiyî di vê dosyayê de bi navê “Çend Têbînî li Ser Tarîx û Bawerîya Kurdên Yarsan”, Sevda Orak Reşitoglu bi navê “Kelamên Soranî di Metnên Yarsanî de: Mînaka Nêrgiz Xanim Şehrezorî” û Mutlu Canî bi navê “Hetê Bawerî, Îbadet û Organîzebîyayîşî Ra Pêveronayîşê Elewîtîya Dêrsimî û Yarsanîye” nivîsên bi Kurdiya Kurmancî û Kirmanckî amade kirine. Her wiha nivîseke Mûstafa Dehqan û yeke Alîreza Zahedî Moghadamî jî ji bo vê dosyayê hatine wergerandin.

Mijara hejmara tê li ser Kurden Lorî û Goran e

Nivîsên din ên di kovarê de hatine weşandin li ser edebîyata modern, edebîyata klasîk û folklorê ne.

Dosyaya jimara bê wê li ser babeta “Kurdên Lor û Goran di Çavkanîyên Serdama Navîn de” be û edîtorîya vê dosyayê dê ji alîyê Dr. Ismail Shams ve bê kirin.

Serhat News
(lg)
Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hejmara nû ya Kovara Nûbihar Akademiyê derket

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *