Ji ber desmala ‘Kesk sor û zer’ ji zavayekî re 23 sal ceza tê xwestin

featured
Zava Mesud Karçik
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, ji zava û 9 kesên ku di dehwetê de desmala ‘Kesk sor û zer’ girêdane û stranên Kurdî gotine, jheta 23 salan ceza hate xwestin.

Roja 12ê Hezîrana 2022ê li Beşa Mehrê ya Şaredariya navçeya Esenyurtê ya Stenbolê merasîma mehrê ya welatiyê bi navê Mesut Karçik hat kirin.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê roja 14ê Hezîrana 2022ê bi hinceta ku kesên beşdar di merasîmê de desmalên bi rengên kesk û sor û zer girêdane û stranên Kurdî gotine, zava Mesud Karçik û bavê wî Tahsîn Karçik jî di nav de 10 kes desteser kiribûn. Bêyî wergirtina îfadeyê biryara girtina 10 kesan hatibû dayîn û ji Girtîgeha Metrîsê re hatibûn şandin.

Parêzer Gezer: Ji asta herî bilind ceza hatiye xwestin

Li gor nûçeya Rûdawê parêzerê malbatê Azad Rêzan Gezer, destnîşan kiriye ku dozger îdianameya dozê amade kiriye û ji asta herî bilind daxwaza cezaya girtîgehê kiriye.

Gezer got: “Dozger bi îdiaya di şahiyê de `alayên PKKê û flamayên PKKê` hatine bikar anîn derbarê zava û bavê zava û mirovekî wan de bi hinceta ‘Edamtiya rêxistina çekdarî’ ji 7 sal û nîv û heta 23 sal û nîv cezayê girtîgehê daxwaz kiriye.”

Herwiha, ji bo 7 kesên din jî ji 2 sal û nîv heta 13 sal û nîvan cezayê girtîgehê hat xwestin.

Di îdianameya dozger de tê îdiakirin ku di şahiyê de “sloganên pesna PKKê” hatine avêtin û ala û flamayên PKKê hatine bilindkirin.

Yekemîn rûniştina dozê dê 15’ê Îlona 2022’ê bê kirin.

Serhat News
(lg)
Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji ber desmala ‘Kesk sor û zer’ ji zavayekî re 23 sal ceza tê xwestin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *