Parêzbendiya parlamentera Amedê Aydeniz tê rakirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku rakirina parêzbendiya Parlamentera DBP’ê Salîha Aydenîz di Komîsyona Amadekar de hat qebûlkirin.  

Komîsyona Amadekar a Meclîsê biryar da ku parêzbendiya Hevserok Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Amedê Salîha Aydenîz bê rakirin.

Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiyê ji Komîsyona Hevbeş a Dadê ya Meclîsê re şand.

Komîsyona navborê di dawiya lêkolîna xwe ya derbarê rakirina parêzbendiyê de nêrîna xwe da û di 18’ê Tîrmehê de dê li Komîsyona Hevbeş bê nîqaşkirin.

Eger ev komîsyon Hevbeş di heman çarçoveyê de biryarê bide, dê dengdana dawî li Civaka Giştî ya Meclîsê were kirin.

Salîha Aydenîz bi wê yekê tê tometbarkirin ku di çalakiya 12’ê Hezîranê ya li Stenbolê de li polîsekê daye. Li ser vê yekê daxwaza rakirina parêzbendiya wê hatibû kirin.

Duhî Salîha Aydenîz li Komîsyona Amadekar a Parlamentoya Tirkiyê parastina xwe kiribû.

Serhat News
(lg)
Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parêzbendiya parlamentera Amedê Aydeniz tê rakirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *