Heyeta HDP’ê serdana Lîbyayê dike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Heyeteke HDP’ê ku Alîkarên Hevserokêı HDP’ê Tulay Hatîboglu û Mehmet Tiryakî jî da nav de, serdana Lîbyayê kiriye. HDP’ê derbarê serdanê de daxuyandiye ku heyeta wan, bi rayedarên Partiya Tevgera Paşerojê ya Lîbyayê re hin hevdîtin pêk anîne.

Alîkara Hevserokê HDPê û Hevberdevka Maseya Rojhilata Navîn a HDPê Tulay Hatimogullari û Alîkarê Hevserokê HDPê Mehmet Tîryakî, tevî heyetekî li ser vexwendina Partiya Tevgera Pêşerojê, çûn lîbyayê.

Çeleng danîn ser gora Omer Muxtar

HDP’ê derbarê serlêdanê de ragihandiye ku heyetê di serdana xwe ya Bîngazî de, bi Serokê Partiya Tevgera Pêşerojê ya Lîbyayê û Wezîrê Derve yê berê Dr. Abdulhadî Huvec û rayedarên partiyê re hevdîtin pêk anîne.

Heyeta HDP’ê serdana Lîbyayê dike - Heyeta HDPe serdana Libyaye dike

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku heyeta HDP’ê çeleng danî ser bîrdariya Omer Muxtar ku sembola girîng a têkoşîna serxwebûna Lîbyayê ye.

Heyetê hin rêzecivîn pêk anîn

HDP’ê di daxuyaniya ku derbarê mijarê de hatiye weşandin de diyar kiriye ku li Navenda Avakirin û Rêveberiya Krîzê bi komek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û akademîsyenên Lîbyayî re civînek hatiye lidarxistin. Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ki civînê de li ser vekişîna hêzên leşkerî yên biyanî ji Lîbyayê, pêkanîna aştiyê di zûtirîn dem de û diyarkirina pêşeroja gelê Lîbyayê bi îradeya xwe bi lidarxistina hilbijartinên li ser bingeheke demokratîk nirxandin hatine kirin.

Heyeta HDP’ê serdana Lîbyayê dike - Heyeta HDPe serdana Libyaye dike 1 1

Her wiha li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de siyasetmedarên Lîbyayî diyar kirine ku divê hikûmeta Tirkiyeyê di aloziya li Lîbyayê de aliyekî negire û ew dixwazin Tirkiye hêzên xwe û leşkerên kirêgirtî yên ku piştgiriya wan dike ji Lîbyayê vekişîne. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Heyeta HDP’ê serdana Lîbyayê dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *