1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Heyeta Partiya SPD’ê çû serdana HDP’ê

Heyeta Partiya SPD’ê çû serdana HDP’ê

featured
WÊNE NAVENDA HDP'Ê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Heyetek ku ji Parlamenterên Partiya SPD ya Almanyayê pêk dihat, çû serdana HDP’ê û bi rêveberên partiyê re hevdîtinek pêk anî.

Parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) li navenda Giştî ya Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) bi rayedarên partiyê re hevdîtinek pêk anîn.

Parlamenterên SPD’ê ji aliyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mithat Sancar ve hat pêşwazîkirin.

Hevseroka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Uca û Parlamentera Şirnexê Nuran Îmîr jî beşdarî civînê bûn.

HDP’ê, derbarê serdana heyeta SPD’ê û naveroka hevdîtina bi wan re daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya HDP’ê, di hevdîtin de hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyê, dosyeya girtina HDP’ê û têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya HDP’ê de wiha hat gotin: “Hevserokê me Mithat Sancar, Hevseroka Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Uca û wekîla me Nûran Îmîr bi parlamenterên Partiya Sosyal Demokratên Alman (SPD) re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de li ser hilbijartinên pêşwext ên serokomariyê û giştî, dosyeya girtina partiya me û têkiliyên Tirkiye û YE’yê nêrîn hatin gotûbêjkirin.” (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Heyeta Partiya SPD’ê çû serdana HDP’ê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *