Hosteyê pîşeya kevnare tûjkirinê: Turan Hoste

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hosteyê tûjkirinê Turan Hoste, ji salên 90’î vir ve li hemberî pêşveçûna teknolojiyê ya di vî warî de, li ber xwe dide û dibêje, “Gelek pîşe li hemberî teknolojiyê têk çûn û winda bûn. Dive em van pîşeyên keda destan biparêzin.”

Yek jî pîşeyên kevnare jî ku wekî gelek pîşeyên din bi windabûnê re rû bi rûye, tûjkirine. Hosteyê tujkirina amûrên birînê Turan Duran ku ev pîşe ji bavê xwe hîn bûye, li Wanê ji salên 1990’an vir ve vî karî dike. Ew niha li Kolana Fîstankaran ya li navenda Wanê di atolyeya xwe de hewl dide pîşeya xwe bide domandin.

Hosteyê pîşeya kevnare tûjkirinê: Turan Hoste - Turan Duran 7 750x422 1

 ‘Birekê destan em çêdikin’

Hostayê tujkirinê Turan destnîşan kir ku ew birekên destan bi xwe çêdikin û ev birek jî bo birîn û adekirina daran tên bikaranîn. Ji bilî van Turan, kêr û her cure amûrên din ên birînê jî di atolyeya xwe de tûj dike. Wî di berdewamiye de qala xala pîşeya xwe kir û wiha domand: “Birekên destan em bi xwe çêdikin. Her yek birekek di nava 20-25 deqeyan de tê çêkirin. Li Wanê ji bilî min, du birayên min û hosteyek din vî karî dikin. Heyama karê me di mehên biharê Adar û Nîsanê de destpê dike. Bi taybet jî di dema cejnên Qurbanê de karê me zêde dibe û em wê çaxê piranî kêrên bo qurbanê difiroşin. Her wiha gelek cureyên di karên gundan de tên bikaranîn yên wekî, das û tirpanan jî em li vir tûj dikin. Bo bexçeyan em çapeyan jî çêdikin.”

Hosteyê pîşeya kevnare tûjkirinê: Turan Hoste - Turan Duran 2 1 1140x570 2

 ‘Gelek pîşe winda bûn’

Her wiha Turan, got ku qeyrana aborî ya niha li Tirkiyê xwe dide hîskirin, wekî gelek derdoran bandorekî neyî li ser wan jî dike. Turan, dibêje ku rewş çibe bila bibe ew hewl dide pîşeya xwe bide jiyandin û wiha pêde çû: “Ger ev pîşeye winda bibe, ev dê gelek xerab be. Gelek pîşe windabûne. Wekî mînak çêkirina solan ya bi destan winda bû çû, êdî tu kes vî karî nake. Pêwîste ku pîşeyên berê bêne parastin.”

Hosteyê pîşeya kevnare tûjkirinê: Turan Hoste - Turan Duran 4 750x422 1

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hosteyê pîşeya kevnare tûjkirinê: Turan Hoste

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *