Hunera zîvê Savatê ya ji Ûrartûyan mayî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hunera zîvê bi şêweya Savatê tê çêkirin ji serdema Ûrartûyan heta roja me ya îro hêj jî di destê zenaetkaran de jiyan dike.

Hunera zîvê Savatê ya ji Ûrartûyan mayî - AA 20221227 29844320 29844288 URARTULARDAN MIRAS SAVAT SANATI USTA ELLERLE GELECEK NESILLERE AKTARILIYOR

Ji demên qedîm ve li Wanê zîvkarî tê kirin. Yek ji şêweya zîvkariyê jî, Sevate û ev hunera dîrokî hêj jî bi saya çend hosteyan hebûna xwe diparêze.

Hunera zîvê Savatê ya ji Ûrartûyan mayî - Hunera zive Savate ya ji Urartuyan mayi 2

Savat hunereke destan e ku zîv, gule û kukurt tên helandin û pê vê melzemeyê li ser tiştên zîv neqşên reş tên neqişandin û paşê ew tên biriqandin.

Hunera zîvê Savatê ya ji Ûrartûyan mayî - Hunera zive Savate ya ji Urartuyan mayi 6

Di 2017an da bi saya xebatên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê ev huner ji hêla Saziya Marqe û Patentê ya Tirk ve hat tescîlkirin.

Hunera zîvê Savatê ya ji Ûrartûyan mayî - Hunera zive Savate ya ji Urartuyan mayi 3

Erdal Bînîciyê li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di atolyeya xwe de vî karî dike vê hunerê hînî kesên din dike ku ew neyê jibîrkirin. Bînîcî bi qelema xwe ya pola va li ser bazinên zîv, gerdenî, guldank û alavên din neqşan xêz dike, paşê savatê li ser dineqişîne û dibirîqîne ku bên firotan.

Hunera zîvê Savatê ya ji Ûrartûyan mayî - Hunera zive Savate ya ji Urartuyan mayi 5

Erdal Bînîcî ku ji çapemeniyê re axiviye, daxuyand ku savat çiqas bimîne ewqas baştir û qîmettir dibe. Bînîcî wiha domand: “Dema em dîroka me dinihêrin ev huner heye, di bav û kalên me û pirîkên me da em hunera savatê dibînin. Li ser qutiyên titûnê, bazin, kember û gustîlan miheqeq savat hebû.”

Hunera zîvê Savatê ya ji Ûrartûyan mayî - Hunera zive Savate ya ji Urartuyan mayi 7

Hunereke temenê wê 2 hezar sal

Bînîcî got ew neqşên ji heyama Ûrartûyan mane û yên îro têkel dikin û di savatê da bi kar tînin û wiha dewam kir: “Mêvanên tên atolyeya me ji alavên me yên bi savatê hatine çêkirin hez dikin. Piştî salan tên û em dibînin ku hê jî ew wan tiştan bi kar tînin. Di heyama Osmaniyan de li ser alavên padîşahan de jî hatiye bikaranîn. Ji 2 hezar û 800 salan vir va li herêmê karekî girîng e. Li Bajarê Kevn ê Wanê 120 atolye hebûne, lê mixabin niha tune. Bazinek 3-4 rojan da bi hunera destan tê çêkirin. Em siparîşên şirketan qebûl nakin, tenê difroşin mişteriyên xwe.”

Hunera zîvê Savatê ya ji Ûrartûyan mayî - Hunera zive Savate ya ji Urartuyan mayi 4

Bînîcî her wiha anî ziman ku ev hunera sebrê dixwaze her ku diçe belav dibe û ew nikarin bi mişteriyên xwe ra bigîhînin û ji ber vê jî ew ancax 5-6 meh şûn de siparişan hildidin.

Hunera zîvê Savatê ya ji Ûrartûyan mayî - Hunera zive Savate ya ji Urartuyan mayi 1

Bînîcî daxuyand ku yên tên vî karî hîn dibin piştî çend rojan dibêjin ev karekî zehmet e û dev jê berdidin, ji ber vê jî ew nikarin bi hêsanî hosteyên nû bigîhînin. (AA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hunera zîvê Savatê ya ji Ûrartûyan mayî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *