Ji Kanadayê heta Meksîkayê, Bakûrê Parzemîna Amerîkayê di bin bandora bagerê de ye.
BBC’yê, ragihandiye ku ji ber bagerê, li Amerîka û Kanadayê hejmara kesên ji ber bagerê jiyana xwe ji dest dane gihiştîye 56’an.
![Li Bakûrê Amerîkayê ji ber bagerê gelek kes mirine - Li Bakure Amerikaye ji ber bagere gelek kes mirine 2](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/12/Li-Bakure-Amerikaye-ji-ber-bagere-gelek-kes-mirine-2.jpg)
Li gorî agahiyan, ji van kesan bi kêmanî 28 kes li bajarê Buffalo û li başûrê New Yorkê mirine.
Rayedarê eyaleta New Yorkê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û gotiye , “Hin welatî zêdetirî du rojan di wesayitên xwe de asê mane.”
![Li Bakûrê Amerîkayê ji ber bagerê gelek kes mirine - Li Bakure Amerikaye ji ber bagere gelek kes mirine 3](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/12/Li-Bakure-Amerikaye-ji-ber-bagere-gelek-kes-mirine-3.jpg)
Pisporên meteorolojiyê destnîşan kirine ku çav li rê ye îro li hin herêmên eyaletê heta 23 santîmetreyan berf bibare.
Serokê Amerîkayê Joe Bidenî rewşa lezgîn a ji bo piştgiriya federal biçe New Yorkê ragihandiye. (Bîanet Kurdî)
Serhat News
(lg)