Îdîa! Di VBB’ê de bi avayekî xef bo ‘Karmendiya peymanî’ îmze hatine avêtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hate îdîakirin ku xebatkarên di şirketa BELVAN’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê (VBB) de dixebitin, bo ku bikin ‘Karmendên peymanî’ bi avayekî xef û ‘Bê usul’ îmze bi wan hatiye avêtin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên di şirketa BELVAN’ê de dixebitin hatine wergirtin, hate îdîakirin ku xebatkarên di şirketa BELVAN’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê (VBB) de dixebitin, bo ku bikin ‘Karmendên peymanî’ bi avayekî xef û ‘Bê usul’ îmze bi wan hatiye avêtin.

Personelên ku dixwazin rastiya bûyerê ji serokê daîreyê bipirsîn muxataban peyda nakin, personelê ku îmze avêtine peymanê jî îdîa dikin ku îmzekirina peymanan hatiye rawestandin.

‘300 karmend mexdûr bûne’

Xebatkarekî BELVAN’ê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, destnîşan dike ku li BELVAN’ê nêzî 2 hezar personel dixebitin û wiha got, “Şaredariyê peymanên hin kesên ku bi xwe diyar kirine, îmze kiriye. Dema me xwest em vê mijarê hin bibin, me ti muxatab payda nekir. Jixwe muxatabê me serokê daîreyê ye. Lê ew dibêje ‘Haya min ji tu tiştî tuneye’. Hevalên me yên îmze avêtine (Peymanê) dibêjin niha ev yek hatiye rawestandin. Niha nêzî 300 karkerên ku xwedî vê mafî ne, mexdûr bûne.”

Heman çavkanî dibêje ku karkerên ku îmze ne avêtine wê li derva bimînin û wiha domand: “Li gor belgeya ku min dîtiye, ev îmze di sala 2022’an de hatine avêtin. Bicîhawazî (ayricalik) didin mirovên xwe. Me jî mexdûr dikin. Ev torpîl e.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îdîa! Di VBB’ê de bi avayekî xef bo ‘Karmendiya peymanî’ îmze hatine avêtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *