Îran: Em bi tundî li dijî opersayonên Tirkiyê yên li ser Sûriyê ne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di demeke ku operasyona gengaz a Tirkiyê ya li dijî Bakure Sûriye tê nîqaşkirin, Wezîrê Derve yê Îranê di serdana xwe ya Sûriyê de got “Em bi tundî li dijî opersayonên leşkerî yênTirkiyê yên li ser Sûriyê ne.”

Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan îro serdana Şam a paytexta Sûriyê kir û bi Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed û Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re civiya.

Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan li ser polîtîkayên Tirkiyê yên derbarê Sûriyê de got “Em fikarên Tirkiyê yên derbarê mijarên ewlehiyê de baş fêm dikin û em li dijî her cure operasyoneke leşkerî ne ku bi daxuyanek tê kirin.”

Herwiha Wezîrê Derve yê Îranê derbarê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Tirkiyê û Suriyeye de jî dibêje “Em bi rêya dîplomasî û diyaloga siyasî hewl didin ji bo nakokiyên navbera Tirkiye û Sûriyê de çareser bikin.”

Li gorî nûçeya Euronewsê, Wezîrê Derve yê Îranê beriya serdana xwe ya Şamê çû Enqerê û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiya. Abdullahiyan diyar kir ku wan di serdana xwe ya Enqereyê de nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê yên derbarê Sûriyeyê de baş fêm kirine û got “Em di wê baweriyê de ne ku fikarên ewlekarî yên aliyê Tirk û dostên me yên Tirk divê demildest û mayînde werin çareserkirin.”

Wezîrê Derve yê Îranê ji ajansa Îrna re got: “Armanca serdana min a bo Sûriyê ew e ku aramî û ewlehiyê li navçeyê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de pêk bîne.”

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ji dawiya meha Gulanê û vir ve gelek caran ragihandiye ku dê operasyoneke leşkerî li ser herêmên Tel Rifat û Minbicê li bakurê Sûriyê were kirin û hêzên Kurdî dê bibin armanc.

Li aliyê din Rêveberiya Sûriyeyê jî diyar dike ku ew li dijî destwerdaneke leşkerî ya bi vî rengî ne. Her du herêmên ku Tirkiye dixwaze li wan operasyonan pêk bîne, beşeke ji “herêma ewlehiyê” ya 30 km ya ku Enqere dixwaze li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê ava bike. Şam bi tundî li dijî avakirina herêmeke wiha ye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî ev demeke dirêje nîgeraniyên xwe ji Enqereyê re ragihandiye ku operasyona leşkerî dikare aramiya herêmê têk bibe û şerê li dijî DAIŞ’ê bixe xeterê.

Serhat News
(lg)
Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îran: Em bi tundî li dijî opersayonên Tirkiyê yên li ser Sûriyê ne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *