Ji 16 saziyan daxuyaniya hevpar: Tunehesibandina Kurdî tunehesibandina Kurdan e!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, partiyên siyasî jî di nav de 18 saziyan bi daxuyaniyek hevpar 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir. Saziyan di daxuyaniyê de balkişandine ser astengiyên li hemberî zimanê Kurdî û gotin: “Tunehesibandina Kurdî, tunehesibandina Kurdan e.”

Îro 21’ê Sibata, Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye. Li Wanê bi mebesta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê 16 saziyên wekî, Komeleya Zimanê Kurdî ARSÎSA, Kovara Destar, Dayîkên Aştiyê, HDP, DBP, Partiya Çep a Kesk, MEBYA-DER, TJA, Meclisa Xwendekarên Demokratîk û Ciwanan, TUHAY-DER, Aryen Çand, Şanowan, OHD, GOÇ-DER, BASK-DER û STAR-DER, daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li ber deriyê Komeleya Zimanê Kurdî ARSÎSA’yê ji aliyê rêveberê komeleyê Cemîl Arman ve hate xwendin.

Arman, got îsal bi karesateke mezin a erdhejê 21’ê Sibatê pêşwazî dikin û wiha axivî: “Vê karesatê rasterast bandor li 15 milyon mirovan kiriye. Ji ber wê bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest daye. Mixabin encamên vê karesatê hê didomin. Bi hezaran kes hê di bin kavilên avahiyan de ne. Bi milyonan kes jî bê cih û war mane. Em bi vê minasebetê ji bo malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û ji bo gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Ji bo kesên birîndar jî şîfaya xêrê dixwazin û dibêjin ku êşa wan êşa me ye.”

‘Pergal, di mijara jiyana mirovan de xemsar e’

Arman da zanîn ku vê karesate careke din nîşan daye ku pergal di mijara jiyana mirovan de çend zêde xemsar e û wiha domand: “Li aliyekî mirov hewl didin ku ji ve karesatê bi saxî rizgar bin û li ser piyan bimînin. Li aliyekî din ji dewleta Tirk dixwaze ve karesatê bike wesîleyeke wisa ku demografiya van bajarên me biguherîne, pişaftinê li wan deran pêşvetir bibe. Lewma jî li şûna ku lêqewimiyên erdhejê li bajarên din ên Kurdan an li bajarên nêzîk bi cih bike, wan dibe li bajarên Tirknişîn û bajarên ji bajarên Kurdan dûr bi cih dike. Guhertina demografiyê ji awayeki din e pişaftin û qirkirinê ye. Ev yek nayê qebûlkirin!”

‘Nekarînê bi zimanê xwe bêjin ‘Hewar’

Arman di berdewamiyê da balkişand ser rewşa Kurd û penaberan ya di erdhejê de û wiha derbirî: “Erdhejê di heman demê de faşîzma li ser gelê Kurd û zimanê Kurdî û ya li ser penaberan ji derxiste holê. Gelek kesên ku di bin kavilan de mabûn, biboneya ku Tirkiye wan tunebû û her wiha ji ber tirsa ku bê zanîn ew ne Tirkin nayên rizgarkirin, nekarîne bi zimanê xwe bêjin ‘Hewar’. Lewma dengê xwe dernexistine. Ev rewş nişan dide ka ev pergal kesên netirk û tirkinezan çawa mecburî mirinê dike.”

Ji 16 saziyan daxuyaniya hevpar: Tunehesibandina Kurdî tunehesibandina Kurdan e! - Roja zimane zikmaki ya cihane 2

Arman, her wiha balkişand ku erdhej li bajarên Kurdan pêk hatiye û wiha axivî: “Bi heman awayî, tevî ku ev erdhej li gelek bajarên Kurdan pêk hatibe jî xetên telefonê yên hawarçûnê û saziyên ku ji bo lêqewimiyên erdhejê hatine avakirin da ku ew bi riya wan cihê xwe diyar bikin an jî pêwîstiyen xwe binin ziman, di wan de bi tu awayî cih nedane zimanê Kurdi. Mînaka herî berbiçav ji saziya bi navê VÎMER’ê ye.”

‘Tunehesibandina Kurdî tunehesibandina Kurdan e’

Arman, di berdewamiyê de got, “Tunehesibandina Kurdî, tunehesibandina Kurdan e û wiha domand: “Gelê Kurd li hember vê faşîzmê bi salan e têkoşîne dimeşîne, xwedî li zimanê xwe derdikeve, hevgirtin û rêxistinbûna xwe zêdetir dike da ku hebûna xwe biparêze. Bi vê karesata giran derkete holê ku tiştê hebûna me biparêze, tiştê ku me ji destên vê pergalê xelas bike, hevgirtin û rêxistinbûna gel e. Hevgirtin û rêxistinbûna gelê me nebûya, dê encamên vê erdheje gelek zêdetir bûbûna. Pêwîst e ji niha û pê de em ve rêxistinbûyînê pêşvetir bibin. Ji ber ku riyeke din nin e ku em xwe ji vê pergala faşîst rizgar bikin.”

“Em wek saziyan, bi boneya 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cihane, dixwazin destnîşan bikin ku em di hemû şert û mercan de li gel gelê xwe ne. Li gel zimanê xwe ne. Em gelê xwe û zimanê xwe ji însafa pergale re naheline. Em ê heta dawiyê ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermi û zimanê perwerdehiyê têkoşîna xwe bidomînin”.

Piştî daxuyaniyê girse bê bûyer belav bû.

Nûçe/Vîdeo: Serhat Ece û Baran Tarhan

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji 16 saziyan daxuyaniya hevpar: Tunehesibandina Kurdî tunehesibandina Kurdan e!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *