Ji Almanyayê hatiye li Wanê hînê Kurdî dibe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Van Haber-Welatîyê Almanyayê Adrian Colardin ku li welatê xwe gelek hevalên wî yên Kurd hene, li Wanê hînê zimanê Kurdî dibe. Colardin balê dikişîne ser rewşa Kurdî û dibêje, “Mixabin zimanê Kurdî hêdî hêdî winda dibe. Divê gelê Kurd zimanê dayîka xwe bi axive.”

Adrian Colardin, 37 sal berî niha li bajarê Kolnê yê Almanyayê ji dayik bûye. Dayîka wî eslê xwe ji Meksîkayê bavê wî jî ji Almanyayê ye. Colardin bona dîtina malbata hevsera xwe ya Îranî, demek beriya niha çûye Îranê û di vegerê de jî hatiye Wanê. Colardîn amaje wê yekê dike, li Almanyayê gelek hevalên wî yên Kurd hene û bona ku bi wan re baş bikare peywendî deyne, xwestiye fêrî Kurdî bibe. Li aliyê din ve, ew dibêje ku ne tenê bo peywendiya li gel hevalên xwe yên Kurd, her wiha ji ber dewlemendiya ziman û çanda Kurdî jî wî xwestiye fêrî zimanê Kurdî bibe.

Colardin, ku bi vê armancê hatiye Navenda Komeleya lêkolînê ya Ziman Çand û Hunerê ya Arsîsayê û li vir tevli qursên Kurdî dibe, hin nêrînên xwe bi Serhat Newsê re parve kir.

Ji Almanyayê hatiye li Wanê hînê Kurdî dibe - Ji Almanyaye hatiye li Wane hine Kurdi dibe 2

Di dema destpêkê de Colardin ji ber ku dîtiyê li Wanê Kurd, bi Tirkî dipeywin, matmayûbûna xwe anî ziman û got, “Hûn Kurd in, nelazime (Hûn) Tirkî biaxivin. Sibe dê zarokên we çêbin. Mixabin zarokên we zimanê Kurdî dê nas nekin”

‘Kurdî zimanekî pirr xweş e’

Colardîn derbarê eleqeya xwe ya bo Kurdî de jî hin nirdandin anîn ziman û wiha axivî: “Ez nîv Almanim û nîv Meksîkîme. Li bajarê Kolnê yê Almanya yê gelek Kurd jîyan dikin. Min xwest ku ez zimanê wan û çanda wan bizanim. Zimanê Kurdî nêzikî zimanê Farsîye. Ez zimanê Farsî jî dipeyvim. Min xwast zimanê Kurdî ji bizanim. Kurdî zimanekî pirr xweşe. Gelek devokên cuda yên wekî Bakûrî, Başûrî, Rojhilatî û Rojavayî (li vir balê dikişîne ser curbe curiya devokên Kurdî yên li van herêman têne axaftin) hene. Ez stranên Kurdî jî pirr diecibînim. Wekî minok Aynûr Dogan.”

Ji Almanyayê hatiye li Wanê hînê Kurdî dibe - Ji Almanyaye hatiye li Wane hine Kurdi dibe 1

Colardin, ku ji bilî Kurdî 8 zimanên din jî dizane, pêvajoya xwe ya hînbûna zimanê Kurdî jî wiha vegot:  “Ez herî zêde hez zimanê Farisî û Îtaliyani dikim. Di serî de bo min hînbûna zimanê Kurdî gelek zehmet bû. Lê niha ez dikarim baştir biaxivim. Min, di sala 2012’an de wekî hobiyê dest bi hinûbûna Kurdî  kir. Serê ewilî li ser pirtûkeke Kurdî min hewl da ez hîn bibim. Piştî wê hêdî hêdî min pêşve bir.”

‘Li vê derê hemû tişt Tirki ye!’

Colardin, her wiha got ku ger xwedîderketin çênebe weheye di nava 20-30 salan de Kurdî winda bibe û wiha domand: “Li Tirkîyê nêzî 20 milyon Kurd jiyan dikin. Lê zimanê Kurdî di qadên felsefe, siyaset û gelek qadên din de nayê bikaranîn. Li vê derê hemû tişt bi Tirkî ye. Dibistanên Kurdî li vir tunene. Kurd ji mafê mirovan bêpar hatine hiştin.”

Ji Almanyayê hatiye li Wanê hînê Kurdî dibe - Ji Almanyaye hatiye li Wane hine Kurdi dibe 3

‘Her zimanek cîhaneke’

Colardin di dawiya axavtina xwe de bona parastin û pêşvebirina Kurdî bang kir û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê rojname, radyo û dibistanên (Kurdî) tuneye. Ev e jî (helwesteke) siyasîye. Pêwîste ku mirov ji li ser vê pisgirîkê kar bike. Hêvî dikim hûn bikarin kar bikin, daku zimanê we mayînde bibe. Niha hûn Tirkî dipeyvin lê zarokên we ne Tirk in. Hûn Kurdin lê zimanê we Tirkiye! Her roj dema ez tiştekî merak dikim dipirsim. Dibêjim ev çiye. Dema ez Almanyayê li kargehên Tirkan yên donerê de bi Tirkî diaxivim, ew dibêjin “ ‘A okay guzel’. Lê belê dema ez li restorantên Kurdan bi Kurdî dipeyvim Kurd gelek kêfşweş dibin û dibêjin ‘Wa te çi got, te çigot (Qey) tu Kurmancî?’ Ez dibêjim na ez nîv Almanî me nîv jî Meksîkî. Dibêjin ‘ha dayîka te Meksîkî bavê te Alman e, lê tu Kurd î’ Welatiyên Almanyayê hez Kurdî dikin. Jixwe her zimanek cihaneke!”

Vîdeo/Montaj: Dildar Guler

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Almanyayê hatiye li Wanê hînê Kurdî dibe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *