Li Îdirê tabeleya HDP’ê rastî êrîşê hat

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îdirê kesekî tabelaya avahiya HDP’ê ji cihê xwe kir û û avêt çopê. 

Di encama êrişa kesekî de tabelaya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê ji cihê wê ve hate jêkirin. Êrişa li dijî tabelaya avahiya bajêr a HDP’ê ya li qada duyemîn a Navenda Kar a Yoncali ya li ser Cadeya Riza Yalçin a Taxa Sogutluyê ye, ji aliyê kamerayên ewlehiyê yên kargehekê ve hate qeydkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku êrişkarê saet di 02.48’an de tê ketina navenda kar, bi kêra di destê xwe de tabelaya HDP’ê dibire. Êrişkarê qismekî tabelayê birî, li aliyê din jî derdora xwe kontrol dike. Êrişkar ê bi kêrê nekarî tabelayê jê bike saet di 02.49’an de ji kadraja kamerayê derdikeve, lê yekser dizivire birîna tabelayê didomîne. Tê dîtin ku êrişkarê pişt re dest ji karê birînê berdide, tabelayê jê dike, digire cem xwe û ji kargehê derdikeve.

Hate diyarkirin ku êrişkar tabelaya ji cihê wê ve kirî avêtiye çopê li ser Cadeya Riza Yalçin. Tabelaya ji aliyê welatiyan ve hate ferqkirin, anîn avahiya HDP’ê û radestî rayedaran hate kirin.

Derbarê nasnameya êrişkar de agahî nehate wergirtin, hate zanîn ku HDP dê têkildarî mijarê gilî bike. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îdirê tabeleya HDP’ê rastî êrîşê hat

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *