Meteorolojiyê bo bajarên herêmê hişyariya germê da!

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Van Haber-Midûriyeta Meteorolojiyê ragihand ku îro li bajarên herêmê pileya germê li gorî demsalê di navbera 6 û 11 pileyan de bilind dibe.

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Tirkiyeyê daneyên pileya germê eşkere kirin û derbarê germahiya zêde de hişyarî da. Meteorolojiyê destnîşan kiriye ku li herêmê pileya germê li gorî demsalê di navbera 6 û 11 pileyan de bilind dibe.

Îro pileya germê li Riha û Êlihê 43, li Amed, Dîlok û Sêrtê jî 42 ye.

Li bajarên Serhedê yên wekî Wan û Erziromê jî pileya germê heta 31-33 pileyan dadikeve.

Germahî li Erziromê 32 û li Qersê 33 pile ye.

Li bajarê Wanê ku bajarê herî hênik ê herêmê ye jî germahî 32 pile ye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Meteorolojiyê bo bajarên herêmê hişyariya germê da!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *