Parlamenterê YSP’ê Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Malbata Şenyaşar ji Meclisê ber bi Wezareta Dadê ve meşiya. Lê bi hinceta “wezîr tune ye” nehiştin malbat bikeve avahiya wezaretê. Parlamenterê YSP’ê yê Rihayê Ferît Şenyaşar li pêşiya avahiyê daxuyanî da û got ku Wezîrê Dadê neçare ku bêedaletiya heyî ji holê rake.

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê, nobeta xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobet îro di roja 21’emîn de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li kursiya biteker hatibû cihê çalakiyê. Malbatê, di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Edalet” vekir û ji deriyê Meclisê yê Dîkmenê heta pêşiya Wezareta Dadê meş li dar xist. Lê belê bi hinceta “wezîr tune ye”, îro jî nehiştin malbat bikeve avahiya wezaretê.

Parlamenterê YSP’ê Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake - ank 14 08 2023 senyasar ailesi bakanlik 2

 ‘Wezîrê Dadê ji me direve’

Li dijî mudaxeleya polîsan, Malbata Şenyaşar li pêşiya Wezareta Dadê sekinî û cara ewil li vir daxuyanî da. Ferît Şenyaşar li vir axivî û wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê bi biryardarî didome. Li pişt me nivîsa Wezareta Dadê heye. Li pêşiya wezaretê jî dayikeke heye ku dilore û bi nivîsa edaletê daxwaza edaletê dike. Her cara ku em tên pêşiya Wezareta Dadê, dibêjin ‘wezîr tune ye’, ‘wezîr di civînê de ye’ yan jî ‘wezîr li derveyî bajar e.’ Bi vî awayî tu bersivan nadin me. Bersiva pirsa gelo li Tirkiyeyê edalet heye yan na, li vê derê ye. Tevahiya Tirkiyeyê dayikê temaşe dike. Tevahiya cîhanê ev  qêrîn bihîst. Lê mixabin yên ku bi bicihanîna edaletê berpirsyar, mîna li Rihayê li vir jî Wezîrê Dadê ji me direve. Peywira wezîrê dadê ew e ku edaletê pêk bîne. Daxwaza me ne ew e ku mudaxileyî darazê bikin, em dixwazin ku bila mudaxileya li ser darazê bê rakirin.”  

‘Bila kurê min bê berdan’

Emîne Şenyaşar jî xwest ku kujerên hevjîn û du kurên wê bên darizandin û kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan. Şenyaşar, bi pankarta edaletê û li ser kursiya biteker zêmarên kurdî got û ev tişt anî ziman: “Vê zilmê malbata min tune kir. We malbata min tune kir, kurê min berdin. Destê vê dewletê ji bo zilmê ranabe. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamenterê YSP’ê Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *