Di sala 2022’an de 2.8 milyon welatiyan bajêr guhertine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê eşkere kir ku di sala 2022’an de 1,8 milyon welatiyan ji bajarên ku lê jiyanê dikin, koçî bajarên din kirine. Saziyê ragihandiye ku herî zêde welatî ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê koçî bajarên biçûk dikin.

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) daneyên koçê yên sala borî eşkere kirin. Saziyê ragihandiye ku, di sala 2022’yan de welatiyan dest bi koça ji bajarên mezin ber bi bajarên biçûk kirine û herî zêde welatî ji Stenbolê koç kirine.

Li gorî rapora TUIK’ê, di sala borî de 2 milyon û 791 hezar û 156 kesan bajarên ku lê jiyan dikin guhertine û koçî bajarên din kirine.

Saziyê diyar kiriye ku, 418 hezar û 82 kes ji Stenbolê, 161 hezar û 912 kes ji Enqereyê û 107 hezar û 312 kes jî ji Îzmîrê, bo bajarên din koç kirine.

TUIK’ê herwiha da zanîn, bajarên ku welatiyan herî kim jê koç kirine jî ev in; Dêrsim 7 hezar û 578 kes, Kilîs 7 hezar û 629 kes û Erdexan 8 hezar û 157 kes.

Dema ku sedemên koçberiyê hatin lêkolînkirin, hat dîtin ku 526 hezar û 8 kes ji ber perwerdeyê û 479 hezar û 250 kes jî ji ber rewşa xanî û jiyanê baştir koç kirine.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di sala 2022’an de 2.8 milyon welatiyan bajêr guhertine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *