Ji Amerîkayê hişyarî bo Tirkiyê: Nabe êrîşê li bakurê Sûriyê bikin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê û berpisyara Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbra Leaf destnîşan kir ku wan bi hikûmeta Tirkiyê re di astekî bilind de gotûbêj kirine û ji Tirkiyeyê re gotine ku nabe êrîşê bakurê Sûriyê bikin.

Li gor nûçeya di Rûdawê de cih girtiye, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê û berpisyara Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbra Leaf di civînek çapemeniyê de gotiye, “Me bi zimenekî zelal li gel hikûmeta Tirkiyê axivî û di astekî bilind de me gotûbêj kiriye û me ji wan re got ku bendewariya me ew e ku li gor peymana 2019’an tevbigerin û  wate nabe ku êrîşî Bakurê Sûriyê bikin.

‘Êrîş zirarê dide sivîlan’

Me tekezî li wê yekê kiriye û emê guvaşê bixin ser, ji ber ku êrîş berî her tiştî bo xelkê sivîl dê karesetbar be, herwiha dibe gef li ser karê me yê rûbirûbûna DAIŞ’ê û hevbeşên me ku HSD’ê ye ji wî karî dûr dixe û dikevin bin metirsiyê de, em gelekî zelal bûn gel Tirkyê.”

Mijara alîkariyên mirovî

Barbra Leaf ragihand ku pewîstiyên mirovî li Sûriyê gelekî zêde dibin, hişkasalî jî rewş xirabtir kirine.

Leaf herwiha daxwaz dike ku gihandina alîkariyan bi rêya biryara navdewletî ya 2585 bê dêrjkirin ku bi rêya wê biryarê alîkarî bi rêya sînorê Sûriyê derbarsî wî welatî dibe û ev jî mijareke giring e di stratjiya Amerîka de.

‘Rêjîm jî vê yekê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne’

Alîkara Wezîrê Derve ya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barabara Leaf got “Li Sûriyê sê cûreyên radestkirina alîkariyan hene, ji hev cuda ne di warekî de kî pilana wan dike, kî wan bi rê ve dibe û armanca wan çi ye. Çareserkirina seretayî beşek ji alîkariyên mirovî ye. Ev yek tiştekî ku me bi salan li Sûriyeyê û cîhanê kiriye. Ji ber wê jî beşek ji alîkariyên mirovî ye û aliyên mirovî yên serbixwe vê yekê dikin.

Baldarî li ser wan kes, malbat û civatên ku pêdivîya wan bi alîkarîyê hene. Yên herî zêde di bin metirsiyan de ne, li ku derê dijîn bila bijîn jê sûdê werdigirin. Ji sedî 60 ji wan kesên ku pêdiviya wan bi alîkarîyê heye li deverên bin kontrola rejîmê li seranser Sûrîyê dijîn, lê alîkarî bi ferman û çavdêrîya hikûmeta Sûrî nayê kirin, lê ji alîyê hin rêxistinên serbixwe yên mirovahîyê ve tê kirin. Bê guman mijar bi temamî siyasî ye û em ti alîkarîyê di vê derbarê de pêşkêş nakin. Me ew siza kirine. Rêjîm jî vê yekê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.

Alîkarî ji aliyê gelek hevkarên cuda ve tên pêkanîn. Amerîka di aramkirina herêmên ku ji destên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin de alîkariyê dide û ev yek jî tê wê wateyê ku ji bo civakên ji bandora şerê DAIŞ’ê rizgar bûne, rizgar bibin û karibin rê li ber vejandina DAIŞ’ê bigirin. Lê belê ev yek li gorî siyaseta derve ya Amerîkayê tê kirin. Ez dikarim bêjim  ku çend mekanîzmayên me yên şopandinê hene da ku alîkariyên mirovî nekevin destê rejîmê.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Amerîkayê hişyarî bo Tirkiyê: Nabe êrîşê li bakurê Sûriyê bikin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *